MÊRSÎN -Ji ber krîza aborî, îsal meha Remezanê rûyê esnafan geş nekir. Esnafan diyar kir ku gelek esnafan derabeyên xwe danîne. Esnafan got ku, krîza aborî ya heyî êdî nayê veşartin.
Ji ber krîza aborî, îsal meha Remezanê ne ruyê esnafan û ne jî yê welatiyan geş nekir. Gelek berên wek goştê sor, goştê mirîşkan, masî û hwd. ji ber buhabûnê di refan de man û her wiha welatiyên ku bi destmiza kêmtirîn debara xwe dikin jî hema bêje bi destên vala ji bazaran berê xwe didin malên xwe.
'MIROV NIZANE KU MEHA REMEZANÊ YE'
Bayram Karabay ku bi salan e bi qesabtiyê debara xwe dike, anî ziman ku ji ber zema ku her sal tê kirin firotin kêm dibin. Karabay, diyar kir ku ew bi hêviyeke mezin li benda meha Remezanê bûn, lê belê ji ber krîza aborî ya îsal firotin li gor salên din zaf kêm bûye. Karabay, dest nîşan kir ku ji ber pereyê kesî tune ye kes danûstendinê jî nake û wiha got: "Hema bêje ji sedî 70 karê me ket. Berê di meha Remezanê de li cem min 6 kes dixebitîn, lê belê îsal bi tena serê xwe dixebitim." Karabay, anî ziman ku kîloya goştê sor 40 lîre ye û wiha giliyên xwe gotin: "Mirovên ku bi destmiza kêmtirîn dixebitin dê di vê tunebûyînê de çawa danûstendinê bikin. Ji ber krîza aborî tu tahma Remezanê jî nema ye. Berê di meha Remezanê de ne mumkun bû ku em li kargehên xwe rûnên. Lê îro kirîger tune ne, tiştek tune ye."
Karabay, dest nîşan kir ku li çarşiya ku ew lê qesabtiyê dike gelek esnafan kargehên xwe girtine. Karabay got ku heke wisa bidome ew ê jî dikana xwe bigire û wiha got: "Li vê xana mezin 40 esnaf ji ber ku xisirîn derabeyên xwe danîn. 20 sal berê li vê xanê ji bo mirov goşt bikirin diketin rêzê, lê belê îro kes nayê vir."
'TAHMA REMEZANÊ TUNE YE'
Mirîşkvan Harun Oz jî, diyar kir ku îsal hêza kirînê ya mirovan zaf ketiye. Oz, anî ziman ku êdî krîzeke aborî ya ku nikare xwe veşêre heye û wiha got: "Dixwazin krîzê veşêrin, lê êdî krîz bi awayekî aşkere xwe nîşan dide. Êdî wê sifreya îslamî ya remezanên berê tune ye. Êdî tahma Remezanê tune ye." Oz, dest nîşan kir ku di remezanên berê de mirovan bi kîloyan goşt dikirî, lê belê niha êdî bi xiraman dikirin û wiha got: "Îro goştê herî erzan ê mirîşkan e, lê belê mirov herî zêde kîloyekê dikirin. Biçin li derve, li bazaran binihêrin ji 100 kesî ancax di destê 10 kesan de kîsikên danûstendinê hene yan tune ne. Dê ev rewşa piyaseyê nîşanî we bide."
‘MIN REMEZANEKE WISA QET NEDÎTIBÛ'
Masîvanê bi navê Erkan Şimşek jî, anî ziman ku karê wan zaf ketiye û wiha got: "Mirov nikarin goşt, mirîşk û masiyan bixwin. Biçin li ser sifreyên mirovan binihêrin. Berê li ser sifreyê herî kêm 3 cure xwarin hebûn, lê niha ya cureyek heye yan jî tune ye. Berê mirov herî kêm 3 kîlo masî dikirîn. Lê niha bi zorê ya dikare kîloyekê bikire yan na. Kar tune, em di asta ku derabeyên xwe deynin û biçin de ne." Şimşek, anî ziman ku 30 sal in ew masîvaniyê dike lê belê heta niha wî remezaneke wisa nedîtiye.