COLEMÊRG - Li Colemêrga ku hema bêje ji ber polîtîkayên ewlehîparêz çandinî û sewalvanî li ber qedandinê ne, nûnerên odeyên esnafan balê kişandin ser rewşa esnafan û wiha gotin: "Gelek esnaf sirf ji ber meseleya rûmetê kargehên xwe vekirî dihêlin."
Nûnerên odeyên esnafan balê kişandin ser rewşa esnafên Colemêrgê, ku bi mehan e operasyonên leşkerî lê didomin û bi dehan herêmên wê bi hinceta "ewlehiyê" hatine qedexekirin.
Serokê Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sinhetakaran a Colemêrgê Îrfan Sari, daxuyaniyên Serokomar Erdogan ên "Dê OHAL bidome" bi bîr xist û got ku, ji xwe Colemêrg tim û tim bi OHAL'ê tê birêvebirin. Sari wiha got: "Di nezda dewletê de polîtîkayên hikûmetan wisa bûn. Colemêrgê bi erdnîgariya xwe ew bajare ku çandinî, sewalvanî û mêşvanî lê têkirin. Pêşxistina karê esnaf û sinhetkaran, bazirgan û pîşesazan girêdayî mezêxer e. Dema li gund û bajarên me hilberîna mexêzer kêm bibe, dê hilberîna me jî dakeve wê astê."
‘ABORIYA ME TÊK ÇÛYE'
Sari, diyar kir ku herêm tim û tim bi rêveberiya awarte û OHAL'ê tê birêvebirin û wiha axivî: "Hema bêje ev veguherî rewşeke hînbûyî. Belkî jî dewlet dixwaze di polîtîkayên xwe de hînbûyînekê biafirîne. Birêz Serokomar dibêje 'Ji bo çi dê OHAL bê rakirin? Ma çî yê we kêm e ku em OHAL'ê rabikin?' Mixabin ji ber polîtîkayên negatîf ên ji ber OHAL'ê tên sepandin, aboriya me têk çûye."
‘JI BER OHALÊ BANKE EMLAKÊN ME BÊQÎMET DÎBÎNIN Û WAN QEBÛL NAKIN'
Sari, anî ziman ku esnaf bûne deyndarê bankeyan û êdî nikarin ji rojavayê welat mal bikirin û wiha axivî: "Êdî banke krediyê nadin me. Esnafên me nikarin ji bajarên rojavayê mal bikirin. Di warê emlakan de jî, ji ber rewşa ku OHAL herêmê ber bi wê ve biriye, êdî banke temînatên me yên emlakî bêqîmet dibînin û qebûl nakin. Berê îtibareke esnafên me hebû. Û bi awayekî çerxa karê xwe digerandin. Lê belê, êdî ji ber OHAL'ê bazirganê rojavayê dema mal difiroşe herêmê dixwaze pêşin be. Çimkî, diyar dike ku ev der ji ber OHAL'ê herêmên bipirsigirêk in û êdî ew malê xwe bi pêşin difiroşe. Mixabin em nikarin ji bo kargehên xwe beran bikirin. Gelek esnafên me tenê ji ber meseleya rûmetê kargehên xwe vekirî dihêlin."
‘DÊ COLEMÊRG BIBE BAJAREKÎ BÊ ESNAF'
Sari, balê kişand ser pirsgirêkên "ewlehiyê" yên bandorê li esnafan dikin û hişyariyeke wisa kir: "Ji ber van polîtîkayan dê di demeke nêz de Colemêrg bibe bajarekî bê esnaf û sinhetkar. Yanî ber bi tiştekî wisa ve diçe."
'COLEMÊRG DI RÊZA 3'YEMÎN DE YE'
Serokê Odeya Esnaf û Sinhetkaran a Colemêrgê Îsmaîl Akboga jî, balê kişand ser rapora ku çend roj berê Konfederasyona Esnaf û Sinhetkarên Tirkiyeyê (TESK) belav kir û wiha got: "Bi salan e OHAL heye. Gelê herêmê her tim rastî rewşeke wisa hat. Ev jî bi awayekî zêde bandorê li aboriyê dike. Tê diyarkirin ku di 4 mehên dawî de 38 hezar esnaf derabeyên xwe girtine. Di vê raporê de Colemêrg di rêza 3'yemîn de ye." Akboga, dest nîşan kir ku Colemêrg ew bajar e ku sînorê wê bi du welatan re heye, lê belê deriyên wê di warê bazirganiyê de bê erk in. Akboga wiha got: "Em dixwazin ji bo bazirganiyê ev derî bên vekirin. Li bajarê me fabrîke tune ne. Em qada îstihdamê peyda nakin. Li Tirkiyeyê belkî herî zêde li Colemêrgê ciwan betal in."
Akboga, daxuyaniyên Erdogan ên beriya referandûmê bi bîr xistin û wiha got: "Tim digot 'dê piştî 16'ê Nîsanê aborî bifire, betalî biqede, aramî û refah bê.' Lê belê mixabin heta niha hîn me tiştekî wisa nedîtiye."
‘TURÎST NAYÊN'
Xwediyê otelê Turan Şimşek jî, anî ziman ku ji ber OHAL'ê turîst nayên bajêr û wiha got: "Niha tenê kesên ji bo kar û siyasetê tên bajêr. Bazargerê ku dema dihat bajêr û 15 rojan dima, niha 2 mehan carekê an tê an jî nayê û dema tê jî rojekê li bajêr dimîne û diçe. Dema em dipirsin jî, dibêjin li Colemêrgê piyase bi rê ve naçe, westdariyek heye, beramberiya malên xwe wernagirin û ji ber vê yekê ew kêm serdana bajêr dikin.
Wek turîzmvan di encama hin hewldanên me de, me di 5 salên dawî de hin turîstên xwecih û biyanî kişandin bajêr. Lê belê ev tenê di encama hin hewldanên şexsî de çêbûn. Ev têr nake. Lê mixabin niha kes ji bo sporên turîzmê yan jî turîzma baweriyî nayê."