Ji ber şer di turîzmê de rêwîtiya hêşîn alabora bû

MÛGLA - Li Tirkiyeyê, kêmbûna turîzmê didome. Li Mûglayê di 4 mehên ewil ên salê de sezon bi windahiyeke ji sedî 5.5'an hat girtin. "Rêwîtiya hêşîn" (ku ji hêla turîzmvanan bi vî awayî tê pênasekirin) alaboro bû. Turîzmvanan, anî ziman ku başbûna turîzma Tirkiyeyê bi aştî û demokrasiyeke mayîn de pêkan e.

Yek ji bajarên Tirkiyeyê yê turîzmê Mûgla, di sala 2016'an de sezonê bi windahiyeke milyon û 258 hezar û 690 turîstî girt. Mûgla ya ku hêviya xwe bi sala 2017'an ve girêda, lê di 4 mehên ewil ên salê de tişta ku li bendê bû bi dest nexistiye. Li gor sala 2016'an li Mûglayê hejmara turîstan di 4 mehên ewil ên vê salê de rêje ji sedî 5.5 kêm bûye (ku ev jî teqabulî 98 hezar û 682 turîstan dike). Li Mûglayê turîzmvanan turîzma yatê (keştiya geşt û seyranê) ya wek "Rêwîtiya hêşîn" tê pênasekirin nirxandin.

‘KETIN DI SER DANEYÊN ÎSTATÎSTÎKAN RE NE'

Erhan Aras ku bi turîzma yatê re eleqedar dibe, diyar kir ku ketineke ku di ser daneyên di îstatîkan ên ku tên diyarkirin zêdetir heye. Aras, anî ziman ku mehên rezervasyonê teqabulî referandûmê kirin û ji ber vê windahiyeke wan a zêde çêbû. Aras got ku, ew bi danasînan hewl didin ku vê wndahiyê mînîmîze bikin.

Turîzmvan Ozgur Kaptan jî, dest nîşan kir ku piştî sala 2014'an di turîzmê de merhele bi merhele ketin dest pê kiriye. Kaptan, got ku bi taybetî jî turîzma yatê ya wek "rêwîtiya hêşîn" tê zanîn ji ber şer alabolara bûye. Kaptan, ragihand ku wan di salên berê de ji bo kirêya yatekê hezar û 200 eûro distend, lê belê wan îsal buhayê rojane daxistiye 800 eûroyî, lê dîsa jî ji ber turîst tune ne hîn jî wan dest bi sezonê nekiriye. Kaptan, dest nîşan kir ku ketina di turîzmê de bi qasî xwediyê yatan bandorê li welatiyên ku di rêwîtiya hêşîn de dixebitin de jî kiriye. Kaptan got ku, gelek kedkarên yatê betal mane û gelek jê jî li cihên lê dixebitin nikarin heqê xwe bistînin.

ÊDÎ PERAVÊN TIRK NAYÊN TERCÎHKIRIN!

Serokê Komîteya Pîşeya Kargerên Yatê ya Odeya Bazirganiya Behrê ya Tirkiyeyê Tunç Kurtoglu, diyar kir ku êdî turîst li Tirkiyeyê naxwazin li balafirgehan jî dakevin û turîstên ku berê tercîha wan Tirkiye bû êdî berê xwe didin Yûnanîstanê. Kurtoglu, dest nîşan kir ku giravên Yûnanîstanê û giravên Hirvatîstan, Korsîka, Sarbûnya, Sîcîlya, Kaprî û Kolfo serê lîsteya tercîhê dikişînin û wiha got: "Niha 25 lotkeyên me li Hirvatîstanê ne. Dibe ku di mehên Tîrmeh û Tebaxê de ev hejmar zêdetir bibe. Ji ber polîtîkayên şidetê yên Tirkiyeyê yatan berê xwe dan lîmanên giravên welatên din."

Kurtoglu, pirsgirêkên Tirkiyeyê yên bi Hollanda, Almanya û Rusyayê re bi bîr xist û wiha axivî: "Serdemekê rûs qet nehatin. Di hejmara turîstên ku ji Almanya û Hollandayê tên jî ji sedî 60 ketinek çêbû. Yên Fransa û Îngilîzan jî di nav de. Hema bêje di turîzma yatê de jî hejmara turîstên amerîkayî nema. Çend fîrmayên amerîkî yên ku em bi wan re dixebitîn hebûn. Hema bêje êdî ew nayên. Tirkên ku li derveyî welat dijîn jî êdî giravên Yûnanîstanê tercîh dikin. Îtalyayên ku miriyê rêwîtiya hêşîn in tûrên ber bi welatên xwe ve dixwazin."

‘TEDAWIYA TURÎZMÊ AŞTÎ Û DEMOKRASÎ YE'

Kurtoglu, anî ziman ku li gor sala çûyîn li Mûglayê di turîzma yatê de ketineke ji sedî 70'yî çêbûye. Kurtoglu sedema ketina turîzma Tirkiyeyê bi nêvenga şerî ya navxweyî û navnetewî ve girêda û wiha got: "Heta ku li Tirkiyeyê aştî û demokrasî bi pêş nekeve, ne mumkun e ku turîzm baş bibe. Di salên berê de di warê aştî û demokrasiyê de li welat geşedanên baş çêbûbûn. Her diçû rewş baştir dibû. Lê dema şer kûrtir bû, ev bandorê li turîzmê kir. Tedawiya turîzma Tirkiyeyê bi aştî û demokrasiyeke mayînde mumkun e."

Gokhan Oner - dihaber