Cotkarên Hatayê: Dewlet nîvî razemeniya ji bo çekan dike ji bo çandiniyê bike dê rewş cuda be

HATAY - Li Hatay a ku genimê herî baş ê Tirkiyeyê tê hilberandin, palehiya genim ligel ku destpêkirin jî hilberîneran tiştên ku hêvî dikirin bi dest nexistin. Coktarê bi navê Mehmet Turan wiha got: "Dewlet ger ku razemeniya ji bo çekan dike, nîvê wî ji bo çandiniyê bikira dê di qada çandiniyê re gavên cidî bihata avêtin."

Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê rageşiya polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê herî zêde bandor li ser qada çandiniyê kir. Li Hatay a ku genimê herî baş ê Tirkiyeyê şîn dibe cotkarên ku palehiya genim kirin tiştên ku hêvî dikirin nedîtin. Par ji ber ziwabûnê coktaran hilberînekî baş bi dest nexistin îsal jî baranên dema palehiyê bandor kir. Hilberînerên ku diyar kirin qelîteya genimên li deşta Amîk û Çukurovayê tê hilberandin zêdetir e lê yên li herêma Anatolyaya Navîn û Rojhilat û Başûrêrojhilat ev rekolte kêm e. Hilberîneran destnîşan kirin ku başbûna palehiyê bi tena serê xwe têrê nake divê dewlet ji bo gundiyan teşwîqê zêdetir bike.

'EM WEKÎ BERÊ NIKARIN HILBERÎNÊ BIKIN'

Muhammed Ekîncî diyar kir ku îsal berhema ku hêvî dikirin bi dest nexistine û sedema vê yekê jî zêdebûna lêçûnên wan û kêmbûna buhayê ye. Ekîcî da zanîn ku li welat krîza heyî bandorê dike û wiha berdewam kir: "Li welat tiştên ku diqewimin hemû bi hevre girêdayî ye. Ger uk aborî nebaş be. ev ewil bandorê li hilberîna ku li welat tê kirin dike. Raşegişa di navbena Rûsya û Ewropayê wekî her tiştî bandorê li ser çandiniyê jî kir. Gelek hilberîner nikarin hilberînê bikin."

Cotkarê bi navê Mehmet Turan jî diyar kir îsal baran li gorî daxwaza wan nebûye û dema ku genim çandine kêm baran bariye, dema palehiyê jî gelek baran bariye ev jî bandorê li ser qelîteya berhemê dike û kêm dike. Turan anî ziman ku baranên bêdem hatine 10 roj palehî derengî xistiye û karê ku dikin gelek bi zehmet e,j i serê salê heta niha heqê keda ku dikin nikarin bigirin. Turan da zanîn ku şerê ku li Sûriyeyê diqewime jî bandorê li ser karê wan dike û wiha berdewam kir: "Dewlet ger ku razemeniya ji bo çekan dike, nîvê wî ji bo çandiniyê bikira dê di qada çandiniyê re gavên cidî bihata avêtin." TUran got ku dewlet hilberîneran mehkûmî bazirganan dike û xwest teşwîqên ji bo cotkaran tê dayîn bê zêdekirin.

'REKOLTE NÎVÎ NÎV KÊM BÛ'

Alî Turan jî genim li gorî hêviyên wan nebûye, ji ber ku baran nebariye û barana dema palehiyê de hatiye jî nekarîne hilberîna ku dixwazin bi dest bixin. Turan da zanîn ku li herêma Hatayê rekolteya genim gelekî zêde ye, par li qada donimekî 500 kîlo genim derxistine lê îsal ev nîvî nîv kêm bûye. Turan got ku her sal lêçûnên wan zêde dibe, lê buha kêm e. Turan diyar kir ku buhayê genim hê nehatiye aşkerakirin, piştî palehiyê dê bê aşkerakirin lê cotkar heta wê demê hilberînên xwe difiroşe bazirganan.

'DİVÊ HILBERÎNER JI BAZIRGANAN BÊN XILASKIRIN'

Turan destnîşan kir ku ji ber ku dewlet buhayê dereng aşkera dike bazirgan û kargeh bi buhayê ku dixwazin genim dikirin. Turan herî dawî wiha got: "Di vî karî de herî zêde bazirgan qezenc dikin. Dewlet hê buha diyar nake ew jî li bendê dimîne ku bazirgan genim bikirin, dema ku di destê hilberîneran de genim namîne wê demê buha aşkera dikin. Ev jî bandorekî neyînî dike. Ger ku dewlet buhayê zû aşkera bike hilberîner dê girêdayî bazirganan nemînin. Lê dema ku dereng aşkera dike bazirgan genimên ku ji hilberîneran erzan dikire bi buhayeke zêde dide dewletê." Turan anî ziman ku divê dewlet hilberîneran ji destê bazirganan xilas bike, dewlet polîtîkaya xwe ya çandiniyê ji bo gundiyên hilberîner diyar bike.