Perava Karataşê demsala turîzmê vale pêşwazî dike

EDENE - Perava Karataşa Edeneyê ku her sal vê mehê li benda turîstane, îsal demsalê vale pêşwazî dike. Esnafê bi navê Mehmet Aydin, diyar kir ku ligel ku Karataş navçeyek peravê ye jî ji bo bilindkirina turîzm û turîstan tiştek nayê kirin û wiha got: “Em hewl didin xwe li ser piyan bigirin.”

Rageşiya bi krîza balefirê ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê destpê kir, herî zêde bandora xwe li turîzmê kir û ji ber vê yekê bi dehan dikan û cihên kar deriyên xwe girtin. Ligel ku îktîdar û Rûsya dibêjin rageşî bi dawî bûye û her tişt vegeriyaye wekî berê jî lê qad berovajî dibêje. Peravê Karataşa Edeneyê ku her sal di van mehan de turîstên Rûs tênê demsalê vale pêşwazî dike.

Ji ber li Karataşê desala turîzmê ket meha Remezanê û krîza aborî hêjmara turîstan a dihat hêvîkirin pir kême. Li otelan jî cih veqetandin nîvî kêm bûye. Demsala turîzmê ku esnafên navçeyê û cihên din ên kar derbara xwe li ser dikin ne li gorî dilê welatiyane. Ji ber di otelan de cih veqetandin nayê kirin û gelek otelan jî deriyên xwe ne vekirine bêhêvitiya esnafan zêdetir dike. Demsala turîzmê ku jig elek kesan re hêviya kare îsal jî hêvîkirin vale derxistin.

'EM HEWL DIDIM XWE LI SER PIYAN DIGIRIN’

Mehmet Aydin ê ku 10 sale esnaftiyê dike diyar kir ku di 4 salên dawî de ji ber krîza heyî nikarin kar bikin û wiha got: “Ger wiha berdewam bike emê deriyên dikanên xwe bigirin. Li welat hemû tişt bûha bûne û ligel welatiyan jî pere tune ye. Ligel ku Karataş navçeyeke peravê ye jî ji bo bilindkirina turîzm û turîstan tiştek nayê kirin. Em hewl didin xwe li ser piyan bigirin.”

'PERAV VALE YE’

Ahmet Çetîn ê ku 12 sale li rexê peravê dikana wî heye da zanîn ku salên bihûrî kafeya ku dide xebitandin di van mehan de tije dibû û wiha axivî: “Ji ber krîza aborî îro kesek tune ye. Hûn jî dibînin perav vale ye. Binêrin ligel ku demsala turîzmê ye jî perav vale ye. Ger li gel welatiyan pere hebin jî nizanin dê sibe çi bibe. Ji ber wê pereyê xwe ji bo gerê na mezixîne ji bo pêşerojê diveşêre. Tenê daxwaza me ewe ku ji bo sererastkirina aboriyê gav bên avêtin.”