Li Bazara Keçan jî aborî têk çûye

AMED - Esnafên bazara keçan ku bi salan e li navçeya Sûrê dihat danîn lê piştî hilweşînê li derveyî navçeyê hat danîn ji bo tunebûna kar gilîdar in.

Bazara keçan ku li ber mizgefta Kurşunluyê ya li navçeya Sûra Amedê dihat danîn ev 2 sal in di nav parqa Koşuyoluya navçeya Rêzan tê danîn. Di bazara ku hef yekşem tê danîn cilên kevn, amûrên dîrokî, cihazên elektronîk û ajalên zindî li ber firotinê ne. Hem esnaf hem jî kiryarên bazarê destnîşan kirin ku tema berê ya bazarê nemaye.

'ÊDÎ SÛR TUNE YE Û EM JÎ LI VIR LI BER XWE DIDIN'

Şehmuz Avci yê amûrên destê duyan difiroşe destnîşan kir ku dîroka bazarê xwe digihîne 50 sal ewilî û kiryarên bazarê yên amûrên kevn hez dikin hene. Avci wiha axivî: "Navçeya Sûrê ji ber ku dîrokî bû ev bazar jî rastî eleqeyek mezin dihat. Gelek kes ji bo amûran dihat. Lê êdî Sûr nemaye û em jî li vir li ber xwe didin."

Avci da zanîn ku ji ber wan cihê xwe bar kirine muşteriyên wan jî êdî nayên cihê nû û ev tişt gotin: "Cihê nû kes nizane. Ji ber vê firotin jî ket asteke jêr. Ligel fiyetên kêm jî kes bala xwe nade bazarê."

'LI SÛRÊ BEREKET HEBÛ'

Celal Aksoy ê yek ji firoşkarê kev e ev tişt gotin: "Ez bazirganê 25 salan im. Tu carî rewşeke ev qas xirab derneketibû holê. Amûra 5 TL'yê dihat firotin niha lirayek jî nayê firotin. Li Sûrê karê me baş bû. Li wir bereket hebû. Kêm zêde me karê xwe dimeşand."

'LI BAZARA KEÇAN QAYDEYÊN QET NAGUHERIN'

Aksoy diyar kir ku ligel rewşa berê gelek tişt hatine guhertin lê hin qayde nehatine guhertin û wiha berdewam kir: "Hin qaydeyên ne nivîskê yên bazara hene. Bazara bazaran yek ji van qaydeyan e. Dîsa pereyên hûr jî yek ji van qaydeyan e."