QERS - Li Qersê qazên ku li gorî sewalên din xwedîkirina wan rehet û bêmesref in bi taybetî ji bo jinan çavkaniya debarê ye.
Qers a ku yek ji bajarên ku di xwedîkirina qazan de di rêza yekemîn de ye ev yek ji bo aboriya bajar jî cihekî girîng digire. Qazên ku wekî sembola herêmê ne bi taybetî jî di mehên zivistanê de li ser sifreyan qet kêm nabin. Qazên ku ji ber derfetên cografyayê xwedîkirina wan rehet û bêmesref in bi taybetî jî ji bo jinan dibe çavkaniya debarê. Li gundê Olçuluyê Leyla Aytemîz (50) a ku qazan xwedî dike hê di 14 saliya xwe de şivantiya qazan kiriye.
'HINEKÎ DIFIROŞIN HINEKÎ JÎ DIXWIN'
Aytemîz got ku her sal biharê şivantiya qazan kiriye û wiha got: " Ez 36 sal in debara malbata xwe bi şivantiya qazan dikim. Hê di 14 saliya xwe de min dest bi şivantiya qazan kir. Bi vî rengî alîkariyê didim malbata xwe. Ji wan hinekan difiroşim hinekan jî em bixwe dixwin."
'DEMA KU ÇÛÇIK DERDIKEVIN DEST PÊ DIKE'
Aytemîz anî ziman ku qaz di mehên adar û gulanê de kurk dikevin û wiha berdewam kir: "Dema kurkbûna qazan ji ya mirîşkan dirêjtir didome. Nêzî mehekî kurk dikevin. Qazên make li ser 10 hêkan kurk dikevin. Karê me jî piştî ku çûçik ji hêkan derdikevin dest pê dike. Ji ber ku hê çûçik 3 rojî dibin em wan diçêrinin."
PIŞTÎ KU QAZ BERFÊ DIXWIN TÊN SERJÊKIRIN
Aytemîz got ku bi hatina zivistanê re qazan serjê dikin û wiha got: "Piştî ku berf dibare em qazan serjê dikin. Ji ber ku dema qaz berfê dixwin goştên wan xweş û bitehm dibe. Beriya ku qazan serjêbikin 10 saetan êdî êm nadin wan. Piştre wan purt dikin. Piştre jî hundirê wan derdixin. Ji bo ku xira nebin baş xwê dikin. Piştre jî 15 rojan goştê wan li ber tavê zuwa dikin. Me ev rêbaz ji mezin xwe dîtiye ji wan hîn bûne û bi vî rengî xira nabin."
JI PURTA QAZAN BALÎF TÊ ÇÊKIRIN
Aytemîr diyar ku ne tenê ji goştên qazan ji purta wan jî sûde werdigirin û herî dawî jî wiha axivî: "Piştî ku em qazan serjê dikin purta wan şil nakin û bi vî rengî purt dikin. Ji ber ku bi vî renî purta wan baştir dibe. Bi purta wan jî balîfan çêdikin. Hinekan jî difiroşin fîrmayên tekstîlê."