Li Amedê turîzm di ber sekeratan de ye

AMED - Rayedarên hikûmetê daxuyandibûn ku "Teqîna turîzmê xwe dide der". Bi van daxuyaniyan re careke din turîzma ku li navçeya Sûrê hema bêje qediyaye ket rojevê. Li navçeya Sûrê ku yek ji navendên turîstên xwecihî û biyanî bû, niha esnaf tu karî nakin. Esnaf bi gotina "Kes nayê û naçe" bersiva daxuyaniyên rayedarên hikûmetê didin.

Li qadê tu beramberiya vegotinên "Dê Sûr bi turîzmê jîndar bibe", "Li bajarê aramiyê Amedê peqîna turîzmê" yên hikûmet û derdorên nêzîkî wê tune ye. Piştî gelek salan şûnde bi pêvajoya çareseriya demokratîk a di sala 2013'an de hat destpêkirin li herêmê turîzm jîndar bûbû. Lê belê ji ber şer û pevçûnên 2 salên dawî de di vê qadê de careke din ketinek xwe da der û turîzm ket ber sekeratan. Ji ber "qedexeyên derketina kolanan" û "Herêma Ewlehiya taybet" li herêmê bi dehan dever hatin qedexekirin û tevî navendên bajaran, li derketin û têketinên bajaran noqteyên venêrînê hatin avakirin û ev bû sedema lawazbûna turîzmê. Li bajêr bi sedan cihwarên dîrokî hene, lê turîstên xwecihî û biyanî qet serdana wan nakin. Tu bikî nekî ev rewş bandoreke neyînî li aboriya herêmê dike. Lê belê li gel vê neyînê hîn jî rayedarên hikûmetê dibêjin ku "Li bajarê aramiyê Amedê peqîna turîzmê" heye. Bi vê yekê dixwazin ser rewşa heyî binixumînin.

Her çi qas di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCO'yê de be jî, esnafên navçeya Sûrê niha di ber sekeratan de ne. Di şert û mercên asayî de navçe her sal malovaniya ji milyonekê zêdetir turîstan dikir, lê niha ji ber qedexe û rûxandinan tu şop ji vê malovaniyê naxuyên.

‘DI PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ DE PEQÎNA TURÎZMÊ ÇÊBÛ'

Serokê Desteya Rêvebirina Herêmî ya Amedê ya Yekîtiya Acenteyên Geştê ya Tirkiyeyê (TURSAB) Mehmet Akyil, dest nîşan kir ku 12 sal in ew di qada turîzmê de xebatan bi rê ve dibin, lê belê "peqîna turîzmê" tenê di navbera salên 2013-2015'an di dema Pêvajoya Çareseriya Demokratîk de çêbûye. Akyil, anî ziman ku bi pêvajoya pevçûnî re her ku çû turîzm ket. Akyil, dest nîşan kir ku Sûr navenda turîzmê ye û di dema "qedexeya derketina kolanan" de aboriya bajêr tesîreke neyînî wergirtiye.

‘PEQÎNA ÇI HALÊ ÇI!'

Esnafên Sûrê jî, ji ber ku tu karî nakin bi gilî û gazinc in. Li Sûrê yek ji cihên herî zêde çûnhatin lê çêdibû Xana Hesenpaşa bû, lê niha bêdengiyek li xanê heye. Li hewşa xanê bi dehan mase û kursî hene, lê ji ber nebûna turîstan esnafên li xanê li ser wan rûdinên. Esnafê xanê vê rewşê bi gotina "Saeta 11.00 ye, hîn me serfetih nekiriye" pûtxe dike. Her wiha esnaf li ser pirsa "Di turîzmê de peqînek çêbûye yan?" wiha bersivê dide: "Peqîna çi halê çi!"

‘KES NAYÊ Û NAÇE'

Fatma Ay ku li acenteya geştê dixebite jî, dest nîşan kir ku wan di turîzmê de tu peqîn nedîtiye û wiha got: "Kes nayê û naçe." Ay, anî ziman ku bi pêvajoya pevçûnî re turîstên biyanî êdî berê xwe nadin bajêr û wiha got: "Bi hatina çend turîstên biyanî turîzm napeqe. Di pêvajoya aştiyê de gelek turîstên biyanî dihatin Amedê." Ay, dest nîşan kir ku ji bo zindebûna turîzmê pêdivî bi pêvajoya aştiyê heye.

Ay, ragihand ku piştî li Sûrê qedexeya derketina derve hat îlankirin êdî turîzm bi temamî rawestiya. Ay got ku, turîstên ku di demên dawî de tên bajêr jî ji ber ku li gelek deverên bajêr noqteyên polîs û leşkeran hene, diqilqilin.

Ozgur Paksoy / Aziz Oruç - dihaber