COLEMÊRG - Li Colemêrgê ji ber valakirina gundan, operasyonên leşkerî, qedexekirina zozan û mêrgên sewalkariyê tune dike. Hindik maye ku qesab jî kargehên xwe bigirin.
Li Colemêrgê ji ber valakirina gundan, operasyonên leşkerî, qedexekirina çûyîna zozan û çêreyan sewalkarî li ber qedandiniyê ye û her wiha hindik maye ku qesab jî kargehên xwe bigirin. Li bajêr koça ji gundan ber bi bajêr didome. Her wiha li bajêr kîloya goşt jî di navbera 60-70 lîreyî de ye. Qesabên ku di mehên biharê de karê wan zêde çêdibe, ji bo şerjêkirinê heywanan peyda nakin.
WELATÎ NIKARIN GOŞT BIKIRIN
Qesab Ayhan Duman, dest nîşan kir ku polîtîkaya "ewlehîparêz" her ku diçe welatiyan xizantir dike. Duman, got ku li gel ku meha Remezanê ye jî, qesab heywanan peyda nakin ku jê bikin, welatî jî pereyê ku pê goşt bikirin peyda nakin. Duman anî ziman ku ew bi salan e qesabiyê dike û wiha got: "Buhayê goşt bû 60-70 lîre. Buhayê goştê bihestî jî bûye 40 lîre. Ev rewş herî zêde bandorê li me dike. Qedexeyên li herêmê sewalkarî kuşt. Niha em goşt peyda nakin ku têxin vîtrinên xwe."
‘EM NIKARIN KIRÊYA XWE JÎ BIDIN'
Duman, bi bîr xist ku berê li bajêr heywanên zindî îxracî Îran û Iraqê dihatin kirin û wiha axivî: "Sînorê me bi her du welatan re heye, lê niha li sînoran çûk jî nafirin. Li welat jî, ji ber qedexeyan gundî nikarin heywanên xwe xwedî bikin. Heke qedexe tunebûnan dê kîloya goşt 15-20 lîre bûna. Niha em nikarin heqê kirêya xwe jî derxînin."
‘HEKE DAWÎ LI QEDEXEYAN BÊ DÊ BUHA KÊM BIBIN'
Serokê Odeya Esnaf û Sinhetkaran a Colemêrgê Îsmaîl Akboga jî anî ziman ku rewşa esnafên qesab zehmet e û wiha got: "Şîr, hirî, goşt hemû girêdayî sewalkariyê ne. Heke astengiyên li pêşberî sewalkariyê rabin, dê îro kîloya penêr ne 20 lîre be, dê kîloya goşt ne 40-50 lîre be dê nêvî nêvî be."
Akboga, diyar kir ku berî ku gund bên valakirin li her gundî bi hezaran heywan dihatin xwedîkirin û wiha axivî: "Berî ku gundê me bên valakirin li her gundî bi deh hezaran heywan dihatin xweyîkirin. Lê belê piştî valakirina gundan gelek herêm hatin qedexekirin. Bi vê re li herêmê çandinî û sewalkarî mir. Bajarê me bajarê karmenda ye. Hêza wê ya kirînê kêm e. Divê demildest ev qedexe bên rakirin û sewalkarî bi pêş ve bê xistin. Dê ev rewş piştevaniya aboriya welat bike."
‘DÊ SEWALKARÎ BI RAKIRINA QEDEXEYAN BI PÊŞ BIKEVE'
Serokê Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sinhetkaran a Colemêrgê Îrfan Sari jî da zanîn ku esnafê qesab niha ketiye derdê ku tenê kargeha xwe vekirî bihêle û wiha got: "Îro li navenda bajêr kîloya goşt xwe gihandiye 60-70 lîre yî. Ev buha ji bo me ne qezenc in. Esnafên me tenê di dema zêdekirina tedawilê de qezenc dike. Heke qedexe bên rakirin û piştevaniya hilberîneran bê kirin, dê Colemêrg karibe berên goşt ên piyaseya goşt a Tirkiyeyê peyda bike. Dê sewalkarî bi rakirina qedexeyan bi pêş ve bikeve. Dê esnafên me nikaribin di van şert û mercên heyî de li ber xwe bidin."