DÎLOK - Esnafên Bazara Turîstan a bajarê sanayî û zenginiyê Dîlokê li ber îflasê ne wiha gotin: "Di aliyê aboriyê de Dîlok tune bû."
Esnafên kolana turîstik ên Navçeya Şahinbey a Dîlokê diyar kirin ku ji ber turîst tune û qeyrana aborî ya li Tirkiye hatine sînorê îflasê.
Esnafên kolanê bertek nîşanî polîtikayên AKP'ê dan û diyar kirin ku berî 16'ê Nîsanê siyaseta "Ger ku 'Erê' bi ser bikeve dê aborî pêş bikeve û îstîkrar û aramî bê Tirkiye. Esnafan bertek nîşanî hikûmetê dan û anîn ziman ku piştî "Erê" bi ser ket her tişt bêtir xerab bû.
Esnaf Muzlum Koç ê 65 salî diyar kir ku berê karê wan baş bû, lê di salên dawî de ji ber rewşa giştî ya Tirkiye, ketin krîza aboriyê. Koç, anî ziman ku 15 salin esnaf e û wiha got: "Ew qas salin min rewşek wisa xerab nedît. Ez nêzî 150 hezar TL bûme deyndarê bankayan. Ez difikirim mala xwe bifiroşim. Ez êdî nizanim dê çi bikim. Êdî turîst nayên Dîlokê û em kar nakin. Em hatine sînorê îflasê."
Esnafê kolana turîstan Mehmet Yilmaz ê 40 salî jî anî ziman ku êdî bi zorê debarê dikin û tu karî nakin. Yilmaz, destnîşan kir ku êdi roji bi roj zerar dikin û ger ku wisa biçe dê îflas bikin.
Esnafê 33 salî Talat Yilmazsoy jî anî ziman ku karê wan berê pir baş bû û di 2 salên dawî de karê wan xera bû. Yilmazsoy, anî ziman ku rewşa hemû esnafan dişibe hev û hemû esnaf êdî nikarin mal bigirin û bifiroşin û hatine sînorê îflasê.