MÛGLA - Li Mîlasê esnafên Çarşiya Arasta ya dîrokî terkî halê xwe hatine kirin û ragihandin ku, ji ber krîza aborî ew neçar mane ku derabeyên kargehên xwe deynin.
Li navçeya Mîlas a Mûglayê, xweyîtî li Çarşiya Arasta, ku xwedî dîrokeke hezar salî ye û li ser riyên bazirganiyê yên wê dem cih digirt, nayê kirin. Esnafên vê çarşiya dîrokî niha hew mane ku derabeyên kargehên xwe deynin. Esnafan, ji ber nebûna kar û nexweyîtiya çarşiyê gilî û gazincên xwe anîn ziman.
‘17 ZEXÎREVAN HEBÛN, NIHA YEK MAYE'
Ji esnafan Sabiha Goksu, anî ziman ku turîst û serdêrên ku tên, dema xanê vala dibînin, bêyî ku lê bimînin vedigerin û diçin. Esnaf Şahap Batur jî, diyar kir ku li gor berê li Arastayê niha rewşa kar qet nebaş e. Batur, got ku Arasta ya ku ji bo bazirganiyê warê wesayîtan bû, niha tu wesayît nayênê û ev rewş jî bandoreke neyînî li aboriya çarşiyê dike. Batur, dest nîşan kir ku salên berê welatiyên Aydin û Mûglayê ji çarşiyê xalî nedibûn, lê niha heta ku mecbûr nemînin kes nayê û wiha got: "17 zexîrevan hebûn. Ji ber krîza aborî hemû zexîrevanan girt û niha tenê yek maye."
ÊDÎ TURÎST NAYÊN
Ahmet Sever (63) ku di 13 saliya xwe de li çarşiyê dixebitî û niha esnafekî 50 salane, anî ziman ku hêleke krîza aborî jî ji ber ketina turîzma Mûglayê ye. Sever, ragihand ku turîstên alman bi eleqeyî nêzî dikana wî dibûn û wiha axivî: "Li Arastayê êdî hejmara turîstan kêm e. Berê ji bo Arastayê tûr dihatin çêkirin. Mixabin niha êdî nayên. Teqez alman û fransewî dihatin. Ji dawiya sala çûyîn heta niha êdî ew jî nayên. Pirsgirêkên dîplomatîk ên bi Almanya û Hollandayê re bandorê li vê yekê kirin. Heke em bêjin nekiriye ne rast e. Di warê aborî de ji bo careke din Arasta bê zîndekirin danasîn zaf girîng e, lê niha di warê danasînê de kêmasiyên me hene."
‘ESNAF DIKANÊN XWE GIRTIN'
Esanfê 25 salan Mevlit Mert, anî ziman ku turîstên tên xanê ji ber bêxweyîtiya xanê naxwazin bigerin . Mert, got ku ev yek di warê aborî de bandorê li esnafan dike. Mert, dest nîşan kir ku berê çarşi wargeha turîstên biyanî bû, lê vê sezonê ji ber bêxweyîtiyê turîstek jî nehatiye û wiha axivî: "Ev kêmanî û nehatina turîstan bû sedem ku gelek esnaf dikanên xwe bigirin. Gelek mirov ji ber nebûna danûstendinê, nikarin senedên xwe bidin. Ji ber vê yekê esnaf perîşan bûye. Esnaf ji vê yekê nerazî ne. Divê rayedar demildest dest bavêjin vê yekê û rûyê esnafan bikenînin."
ÇARESERÎ AŞTIYEKE MAYÎNDE YE
Sabahaddin Akan jî, dest nîşan kir ku turîstên biyanî ji ber bûyerên şidetê yên li Tirkiyeyê bajarên peravê talûke dibînin û nayên van bajaran. Akan, got ku zimanê ku îktîdar bi kar tîne, bandorê li ketina turîzmê dike. Akan, got ku ji bo zîndebûna turîzmê pêdivî bi tiştekî tune ye, tenê heke AKP bêdeng bimîne dê krîza di turîzmê de baş bibe û wiha got: "Heke AKP bi polîtîkayên xwe aştî û aramiyeke mayînde peyda bike, em wisa bawerin ku dê turîst bên."