RIHA - Selexaneya ku şaredariya AKP'î bi 13 milyon TL'yî çêkir, piştî hat çêkirin bi 20 rojan bi hinceta pirsgirêka binavayiyî hat mohrkirin.
Li Rihayê, selexaneya ku di sala 2015'an de çêkirina wê temambû û îktîdar di merasîmên vekirinê yên giştî de wê wek "selexaneya li gor standaradên Ewropayê" dabû nasîn, tenê 20 rojan vekirî ma. Li Taxa Yenîce ya navçeya Eyyubiyeyê di sala 2013'an de hîmê wê hat avêtin. Li selexaneya ku li komplekseke 9 hezar metrekareyî ye, 7 heb depoyên hewaya cemidî lê hene û hedef ew bû ku rojê 400 heb pez û 150 heb jî dewar bên şerjêkirin.
‘KARGER REVIYA'
Serokê Komeleya Heywanên Zindî Îzzet Çîftçî, têkildarî kompleksa ku di merasîmên vekirina giştî yên Hilbijartina Giştî ya 7'ê Hezîrana 2015'an de hat vekirin de axivî. Çîftçî, got ku kompleksa ku bi salan ew li bendê bûn, piştî hat vekirin bi 20 rojan bi hinceta binavayiyê hatiye qefilandin. Çîftçî, anî ziman ku divê hesab ji peywirdarên şaredariyê û mutehîd ên ku di avakirina kompleksê de xetayên wan hene bê pirsîn û wiha axivî: "Qaşo bajarê me bajarê çandiniyê ye. Qaşo em bi sewalkariyê re bilî dibin, lê belê kombînayeke goşt a bajêr jî tune ye. Di sala 2015'an de bi awayekî hişmet ji hêla Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê yê wê demê Ahmet Eşref Fakibaba ve bi 13 milyonan hat çêkirin. Kompleksa Selexenaya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê niha bûye cihwarê pêgirtiyên tiryakê. Kargeriya wê dan kesekî, lê ew karger jî reviya. Nehat birêvebirin. Veguherî çopgehê. Xeletiya projeyê, kompleksê veguherand çopgehê."
HEYWAN LI BAJARÊN DIN TÊN JÊKIRIN
Çîftçi, diyar kir ku bajar bi sewalkariyê re bilî dibe, lê belê bazareke wê ya heywanan û selexaneyeke wê jî tune ye. Çîftçî, got ku ew heywanan li Amed, Dîlokê û bajarên din şer jê dikin. Çîftçî, da zanîn ku li Rihayê salê 200 ton kezeb tê xwarin û ev jî li bajarên din tên şoqkirin û paşê tê bajêr. Çîftçî wiha axivî: "Me xwest ev der tenê ne cihê ku serê heywanan lê bê jêkirin be, me xwest kargeriyeke goşt be jî. Lê belê, pirsgirêka binavayî ya vê kargerê heye. Kargerê vê derê ew di vî halî de hişt û reviya. Rojê divê em zêdeyî 500 heywanî şer jê bikin, lê rojê 100 heywan li cihên cuda tên şerjêkirin."
'EM LI BENDA ÇI NE, QEY LI BENDA 2023'YAN E?'
Çîftçî, got ku wî gelek caran bi rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin re hevdîtin çêkiriye, lê belê tu encam wernegirtine. Çîftçî, anî ziman ku wan nerihetiya xwe ragihandiye serokomar û gelek saziyan. Çîftçî, dest nîşan kir ku heta ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin ew ê dev ji vê yekê bernedin. Çîftçî, parve kir ku axurên ku di nav kompleksê de tahsîsî wan hatine kirin jî şerh danîne ser wan û ev şerh heta 5 salan jî nayê rakirin. Çîftçî wiha domand: "Tapûyek dan me. 5 salin ku şerh danîne ser. Em nikarin sûdê ji hîbe û destekê wergirin. Ji bo 600 axurên ku me di serdema Fakibaba de wergirtin îmarê nadin. Me gelek caran ji Serokê Şaredariya Rihayê Nihat Çîftçî re got vê şerhê rakin. Lê belê, gotin dema 5 salên wê biqede dibe ku rabe. Em li benda çi ne, qey li benda 2023'yan e?"
Rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê got ku ew nikarin der barê mijarê de agahiyan bidin.