Heviyên rençberê zebeşan bi avê de çû

EDENE - Rençberên zebeşan yên edeneyê ku bi heviyek mezin zebeş çandin, ji ber krîza aborî û lêçûna zêde hevî û bendewariyên wan tev bi avê de çûn. Rençberan diyar kirin ku pereyên zebeşan lêçûn u xizara wan safî nake.

Li Tirkiyeyê, zebeşên pêşwext bi tevahî li Edeneyê tên çandin. Zebeşên di demsala xwe de jî ji sedî 20 li Edeneyê tên çandin. Di nava bajarên Tirkiye de Edene wekî navenda zebeşan tê zanîn. Li gorî Midûrê Zexîre, Çandinî û Sewalkariyê îsal li ser 120 hezar dekar zebeş hatin çandin. Li gorî daneyan li Tirkiye salê 4 milyon ton zebeş tên komkirin. 800 hezar tonên zebeşan li Edeneyê tên çandin û komkirin. Rençberên zebeşan îsal ji ber heviyên wan pêk nehatin bi gilî ne. Rençber Îbrahim Çag, diyar kir ku lêçûn û mesrefa zebeşan zêde ye, lê berhem û buhayê zebeşan kêm û ji ber vê yekê pereyê hatina zebeşan xizara wan dernaxe. Çag, anî ziman ku lêçûn û maliyeta dolimek zebeş 2 hezar û 300-3 hezar TL ye û wiha got: Lê her ku diçe lêçûn zêde dibe. Buha erzan dibe. Ji ber ku êdî rençber mesrefa xwe dernaxin li şûna ew zeviyên xwe biçînin zeviyên xwe didin kirê.

Rençber Selçuk Kanli jî anî ziman ku her sal ji zeviya xwe 8 -10 ton zebeş kom dike, lê îsal berhem kêm bûye û daketiye 3 tonan û wiha got: "Îsal di demsala çîçek li lemên zebeşan ket baran zêde bariya û çîçekên ku bibûna zebeş tev weşiyan. Ji ber vê yekê berhem kêm bû. Dîsa li aliyê din lêçûn û mesrefa çandiniya zebeşan pir zêde bûye. Sala par min kîloya muşamba bi 4 tl û 20 qurişan dikirî îsal min bi 7 TL kirî. Dîsa mazot jî gelek buha bû. Ji ber polîtîkayên şaş ên hikûmetê mazot, guhre û lêçûnên din gelek zêde bûne. Ji ber lêçûn zêde ye û hatin kêm e em zerar dikin.

Kanli polîtîkayên hikûmetê rexne kir û wiha got: "Polîtîkaya hikûmetê ya çandiniyê sifir e. Mazot û gubre buha dibe, lê berhem û çandiniyê rençeran her ku diçe bê qîmet dibe û erzan dibe. Serokwezîr û Serokomar qîmeta çandiniyê nizanin.

Serokê Odeya Çandiniyê ya Yuregirê Mehmet Akın Dogan jî anî ziman ku hilberîn kêm bûye û rençber zerar dikin.