Xurdevanî êdî pere nake

EDENE - Karkerê xurdevaniyê ku bi şev û roj dixebitin û bermahiyan kom dikin, diyar kirin ku bi şev û roj dixebitin, lê êdî nikarin bi xurdevaniyê debara xwe bikin. Karkeran anîn ziman ku serê kîloyê 150 quriş qezenç dikin.

Karkerên xurdeyan kom dikin û xurdevaniyê dikin, bi şev û roj dixebitin, lê êdî nikarin debara xwe bikin. Xurdevanê ku ji ber tunebûna kar dest bi karê berhevkirina xurdeyan kirin, ji bo debara xwe bikin bi şev û roj li kolanan û taxan xurdeyan kom dikin û di nava şertên herî dijwar û qirêj de kar dikin. Xurdevan Mahsun Arslan ku ji sala 2007'an heta niha 10 salin xurdeviyê dike, diyar kir ku berê bi xurdevaniyê debara xwe dikir, lê êdî nikare bi karê xurdevaniyê debara xwe bike Arslan, da zanîn ku piştî îlana OHAL'ê û şertên şer kirîza aborî zede bûye û êdî nikarin kar bikin.

Arslan, bilêv kir ku karê xurdevaniyê karekî pir zor û giran e û ji neçarî vî karî dikin. Arslan, destnîşan kir ku êdî nikare bi karê xurdevaniyê debara xwe bike û êdî aştî û demokrasî li welat pêş bikeve da ku şert û mercên jiyanê baş û aram bibe.

KÎLOYA KEDÊ BI 150 QURIŞÎ YE

Bavê 6 zarokan Selahattin Aras ku 8 salin xurdevaniyê dike jî anî ziman ku ji sebê heta êvarî karê xurdevaniyê dike û wiha got: "Ez kîloya xurdeyan bi 700 qurişî dikirim, lê bi 850 kurişî difiroşim. Ji sibê heta êvarî di bin germa û sermayê de dixebitim. Karekî pir zor e.