‘Şerê li kurdistanê sewalkarî tune kir’

MÊRSÎN - Ji ber krîz û polîtîkayên şer ên li bajarên kurdan sektora sewalkariyê ber bi tunebûnê ve diçe. Xwedîkerên ku ji karê xwe bêhêvîne, diyar kir ku dema ji Kurdistanê sewal neyên sewalkarî tune dibe û wiha gotin: “Êdî xwedîkerî jî nema. Ji ber şerê li Kurdistanê û bûhayê firotina sewalan girane, sewalkarî tune bû.”

Ji ber krîza aborî ya li welat û şerê li bajarên kurdan hatine îlankirin sewalkarî ber bi tunebûnê ve diçe. Ji sala par ve ji ber bûhayê sewalan zêde dibe xwedîker gilîdarin û diyarkirin ku êdî sewalkarî ber bi tunebûnê ve diçe. Xwedîkeran da zanîn ku ji ber Cejn nêzîk dibe dê bûhayê sewalan girantir bibe û ew di xwedîkarina sewlan de êdî bêhêvîne.

Welatiyê bi navê Ferdî Çîman (39) ê ku li derdora Yumuk Tepe ya Akdemîza Mêrsînê sewalan xwedî dike û debara xwe bi sewalkariyê dike da zanîn ku ji ber krîza aborî kesek nikare sewalan bigire. Çîmen bal kişand ser bûhabûna berhemên sewalan û wiha got: “Îsal sewalkarî pir bûhaye. Par welatiya bi 700 lîra qurban digirtin îsal bi 900 yan jî 1000 TL digirin. Pereyê welatiyan tune ye kesekê bi heqdestê kêm dixebite dê çawa bikare qurbanekê bigire. Ji ber bûhayê sewalan girane sewalkarî tune bûye. Di cejna Remezanê de jî dê buhatir bibe. Em ê di cejnê de li benda tiştekî ne bin û sewlana jî nayînin. Êdî xwedîker dixwazin dest ji vî karî berdin.”

'ŞERÊ LI BAJARÊN KURDAN SEWALKARÎ TUNE KIR’

Ayhan Hazar (47), da zanîn ku bandora herî mezin a li ser sewalkariyê şerê li bajarên kurdane û wiha pêde çû: “Ji ber ji Kurdistanê sewal nayên sewalkarî bi tune bû. Ji xwe êdî xwedîker nemane. Me ji zozanên Cizîr û Bêşebabê sewal digirtin lê îro em nikarin bigirin. Xwedîkeran sewalên xwe dibirin zozanan û em diçûn me ji wan digirt. Lê îsla xwedîker ji ber nekarîn sewalên xwe bibin zozanan, qesab hatin ji vir sewla birin.”


LI GORÎ SALA BIHÛRÎ DI KÎLOYÊ DE 15 TL FERQ HEYE

Hazar, anî ziman ku êmê sewalan jî bûhaye, ji ber wê nikarin sewlan bikirin û bifiroşin û wiha axivî: “Par telîsek bi 45 TL bû îsal bûye 65 TL. Li gorî par di kîloyê de 15 TL ferq heye. Em ji pêşerojê bêhêvîne. Ji xwe di Cejna Remezanê de qurban giran bûye. Dê di Cejna Qurbanê de jî bûha be û dê karê me xiraptir bibe.”