WAN -Mehmet Sangûr ku li Taxa Bostanîçî ya navçeya Rêya Hevrîşîmê kewarên xwe yên mêşan danîne erdekî beyar, diyar kir ku ew her sal diçûn zozanên Pirneşîn, Terpinêr û Porsê yên Miksê, lê belê îsal ji ber "qedexeyê" ew nikarin biçin.
Mehmet Sangûr ku li Taxa Bostanîçî ya navçeya Rêya Hevrîşîmê kewarên xwe yên mêşan danîne erdekî beyar, diyar kir ku ji ber qedexeyan ew nikarin biçin zozanan û li hemberî vê rewşê bertek nîşan da. Sangûr, da zanîn ku zêdeyî 50 salî ye ku ew mêşvaniyê dike. Sangûr got ku, ew her sal diçûn zozanên Pirneşîn, Terpinêr û Porsê yên Miksê, lê belê îsal ji ber "qedexeyê" ew nikarin biçin. Sangûr dest nîşan kir ku ev rewş bandoreke neyînî li wan dike.
Sangûr, diyar kir ku ew ê piştî Cejna Remezanê kewarên xwe bibe Mezra Şêxa ya Miksa Wanê. Sangûr, got ku ji ber ku li navenda bajêr derman tê reşandin mêş jehrî dibin. Sangûr, anî ziman ku hunguvê ku li zozanan tê çêkirin ji bo tenduristiyê zaf baş e. Sangûr, diyar kir ku lê belê di warê hunguv de serdema wan a herî bipirsgirêk îsal e û wiha got: "Bi salan e mêşvaniyê dikim û debara xwe pê dikim. Îsal ji ber ku zozanên me qedexe ne, em nikarin biçin. Em ê biçin gundê Mezra Şêxa yê Miksê. Em ê kewarên xwe yê mêşan deynin wir. Ji ber ku em nikarin biçin zozanan, dê hunguv jî kêm be. Bi vî awayî qalîteya hunguv jî dikeve."
KULÎK JÎ, NEBAT JÎ LI ZOZANE NE
Sangûr, dest nîşan kir ku ji ber ku li zozanan gelek cureyên nebat û kulîlkan hene, qalîteya hunguv zêde dibe û wiha axivî: "Li zozanan nebatên wek gûnî û nêrûbend hene, mêş xwe li wan digirin û hunguv çêdikin."
‘BUHAYÊ HUNGUV KÊM BÛ'
Sangûr, ragihand ku mêşvanî karekî zehmet e û wiha got: "Di şert û mercên normal de dahata wê nexerab e. Berê me kîloya hunguv bi 100 lîreyî difirot. Lê niha herî zêde em bi 30 lîreyî difiroşin. Berê me hunguvê zozanan difirot, ji ber wê buha bû. Li gel vê hunguvê ji Îranê tê kîloya wî bi 6 lîreyî ye. Ev jî bandoreke neyînî li me dike."
‘MÊŞ LI ZOZANAN 2 TON HUNGUV HILDIBERÎNIN'
Agît Sangûr jî anî ziman ku mêşvanî karekî zehmet e û wiha axivî: "Dema xweza xweş be, em beramberiya zehmetiyên ku em dikêşin distînin. Niha em nikarin biçin zozanan. Mînak ez li vir tonek hunguv hilberînim, dema ez biçim zozanan ez ê 2 ton hunguv hilberînim. Yanî ji ber ku em nikarin biçin zozanan hunguv kêm e. Heke em biçin zozanan em ê qezenc bikin. Mesela li vir bi 100 kewarî 50 kîlo hunguv bê hilberandin, dê li zozanan bi 50 kewarî 100 kîlo hunguv bê hilberandin. Ji ber vê em ê piştî cejnê biçin zozanan."