MÊRSÎN - Xwediyên otelên ên li herêma Kiz Kalesî ya navçeya Erdemliyê otelan didin xebatê, ji ber ku kêmbûna tûrîstan tengezar in. Karmendên otelan sedena nehatina tûrîstan jî bi polîtîkaya desthilatdariyê ve girêdan û aşkera kirin ku almanan gotiye ku 'Em ê li welatekî ku serokê wê ji me re bêje Nazî û faşîst, em ê çi bikin.'
Krîza ku di sala çûyîn de li tûrîzmê xist, îsal kûrtir bû. Pêravên li herêma Kiz Kalesî ya navçeya Erdemlî ya Mêrsînê, îsal bê tûrîst man. Xwediyên otelan aşkera kirin ku her sal li vê herêmê tûrîst gelek zêde bûn, lê îsal bi xetereya ku derabeyên xwe bigirin re rû bi rû ne.
‘JI BER PEVÇÛNÊN SIYASÎ ME TÛRÎST NEDÎTIN’
Welatiyê bi navê Şuayîp Tatli (42) xwediyê Otela Goldê ye, da zayîn ku sala çûyî li vir tûrîst pir bûn, lê îsal qet nehatine û wiha got: "Di serdemên borî de zêdetir welatiyên alman û hollandî dihatin. Lê îsal hêj nehatine. Li Kiz Kulesî tûrîst tune." Tatli sedema nehatina tûrîstan bi polîtîkaya hikumetê ve girêda û wiha axivî: "Ji ber gengeşiya siyasî ya di navbera welatê me û hikumetên Almanya û Hollandayê, de tûrîstên ji van welatan nayên vir."
‘TÛRÎSTÊN HERÊMÎ JI BER KIRÎZÊ NAYÊ’
Tatli aşkera kir ku li herêma Kiz Kulesî qasî 3 mehan serdema tûrîzmê heye, lê serdema tûrîzmê qasî 45 rojan e û wiha pê de çû: "Di dawiya hefteyê de van deran dije dibû, lê hêj me tiştek nedîtiye." Tatli şardarî jî sûcdar kir û got ku şaredarî jî ji tûrîzmê re xizmetê nake.
‘DERBEYÊ PAR TÛRÎZM TÊK BIRIBÛ’
Tatli piştrast kir ku ew ji sala 1992'yan vir ve li herêma Kiz Kalesiyê di sektora tûrîzmê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Serdema herî baş a Kiz Kalesiyê, salên 92 û 97 bû. Piştî salên 1997'an êdî hejmara hatina tûrîstan kêm bû. Ji xwe serdema herî xirab jî sala derbeyê bû. Her kesî li vir zerar dît. Di bûyerên 15'ê Tîrmehê de tûrîstên herêmî nehatin."
‘SEDÎ 80 KET’
Kemal Sayar ê Otela Garîzondê dide xebatê, ji sala 1990'î vir ve li herêma Kiz Kalesiyê bi karê tûrîzmê re eleqedar e, aşkera dike ku ev 4 sal e paşve çûyînek heye û wiha got: "Xwedê alîkariya xwediyê otelan bike, hemû jî zerar dikin. Di hatina tûrîstan a îsal de, sedî sed ketinek heye. Di tûrîstên xwecihî de sedî 25-30 ketin heye. Bi giştî di qada tûrîzmê de sedî 80 ketin heye. Alman dibêjin ku 'Serokwezîrê we ji me re dibêjin faşîst û Nazî, em ê neyên welatê kesekî wiha'. Êdî tûrîstên biyanî nayên."
Sayar destnîşan kir ku ji derveyî tûrîzmê, di her tiştî de paşveçûyînek heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Li vî welatî tu tişt bi pêş de naçe. Hûn lê mêze kin hûnê bibînin, di salên pêş de dê dîsa tûrîzim kêm bibe. Serê demsalê ye lê hêj kes tune. Em ê li benda meha tîrmehê bin bê ka dê çi bibe, heke nebe tiştekî ku em bikin tune."