Rençberên Zeytûnan: Zeytûn bihişta me ye

ÎZMÎR - Xala der barê zeytûnan ji pêşnûmaya "Pakêta Reforma Hilberînê" paşve hat kişandin. Rençberên zeytûnan diyar kirin ku ew naxwazin baxçeyên bihiştê bikin qadên kan û sanayê û wiha gotin: "Em naxwazin baxçe û bihiştên me tune bibin. Em sanayê naxwazin."

Xala têkildarî qadên zeytûnan ji Pêşnûneya Têkildarî Piştgiriya Hilberinê û Pêşxistina Sanayê paşve hat kişandin. Lê hêj fikar û xemên rençberên zeytûnan bi dawî nebûye. Xela ku heta niha 7 caran hatrojeva meclîsê, çotkar û rençberên zeytûnan bi fikarin ku ev lîstikên hikûmetê bin. Rençberên Zeytûnan ên herêma Îzmir, Manîsayê bertek û nerazîbûnên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew bi tu awayî naxwazin qadên wan ên zeytûnan ji qadên pîşesaziyê re bê vekirin.

AN ZEYTÛN AN PENÇEŞÊR

Rençberê zeytûnan ê Manîsayî Îsmail Çolak, diyar kir ku darên zeytûnan di nava şertû mecên gelek zor û zahmet de çêdibin û wiha got: "Hikûmet dixwaze em dest ji çandiniya darên zeytûnan û baxçeyên zeytûnan berdin. Tirkiye di bin gefa pençeşêrê de ye. An em dê zeytûnan hilbijerin an jî em dê pençeşêrê hilbijêrin. Em naxwazin li vir tesis bên avakirin û nexweşiyên pençeşêrê belav bikin. Rençber Huseyin Agirbaş jî xwest pêşnûmeya pakêtê betal bikin û li dijî jêkirina darên zeytûnan bertekên xwe anîn ziman.

'EM DESTÛR NADIN'

Rençbera Zeytûnan Emîne Sezen a 68 salî jî diyar kir ku fîrmaya Kolinê 60 darên wê yên li Yircayê birîn û wiha got: "Me berê jî li dijî birîna daran di ber xwe da û me destûr neda darên me bibirin. Em dê dîsa di ber xwe bidin û em dîsa destur nadin. Dema darên me yên zeytûnan dibirin me pir diêşînin. Zeytûn baxê me yê bihiştiyê ye. Em destûr nadin darên me bibirin. Em dê di ber xwe bidin. Em fabrîqeyan naxwazin. Serê me jî jêkin em darê xwe nadin. Em dê di ber xwe bidin. Em destûr nadin li wir santralê ava bikin.

Rençbera zeytûnan Melek Hayta jî anî ziman ku zeytûn çanda sedan salan li Urla tên çandin. Ev mirateyek çandî ye. Piştî ev pêşnûme têkeve meriyetê dê darên zeytûnan û qadên zayendî tune bibin. Zeytûn qadên jiyan û debarê ne. Bila bicin li cihekî din tesîsan ava bikin. Li çoltaran zeviyên vala nehe. AKP ne li çotkaran li xwe difikire. Rewşa rençberan îsal pir xerab e.

Rençberê zeytûnan Nurettin Kiliç jî anî ziman ku ew fam nakin çima divê pakêtê de israr dikin û wiha got: "Zeviyên me yên zeytûnan wekî qadên bê zeytûn derbasî tapoyê dikin. Piştre jî dixwazin bikin qatên tesîsan. "

Rençber Çagatay Ozcan Kokulu jî anî ziman ku li pêş wan kemînan datînin û dixwazin hêdî hêdî perteka rençberan kêm bikin û piştre pakêtê di komîsyonê re derbas bikin û wiha got: "Em dixwazin vê pêşnûmayê bavêjin çopê. Ger ku ne wisa be em dê li ber dar û baxên zeytûnan nobetê bigirin û em destûr nadin."