ENQERE - Nîqaşên li ser daxuyaniya TUÎK'ê yên wekî "aborî mezin bû" berdewam dikin, sektorên taybet ên di meha Nîsanê de ji derve bi mawaya (vade) dem kurt deynê krediyê wergirtin 15,6 milyar dolar e, deynê mawaya demdirêj jî 205 milyar dolar e.
TUÎK'ê bi daxuyaniyên wekî "aborî mezin bû" dixwaze dilê civaka Tirkiyeyê rihet bike, lê ev daxuyanî dibin sedema nîqaşan. Sektorên taybet ên di meha Nîsanê de ji derve bi mawaya dem kurt deynê krediyê wergirtine 15,6 milyar dolar e, deynê mawaya demdirêj jî ji 205 milyar dolar de pêk tê. Deynê krediyê yên di meha Nîsanê ya 2017'an de ji derve ku ji bo sektora taybet hatiye wergirtin, ji hêla Bankaya Navendî (MB) ve hatin weşandin.
Li gorî wê, sektora taybet a ji derveyî welat ji bo mawaya dem dirêj deynê krediyê wergirtiye, li gorî meha Nîsanê 2,2 milyar dolar zêde bû û gihişt 205 milyar dolarî, deynê krediyê yê mawaya dem kurt jî (ji derveyê krediyên bazirganiyê) 1,3 milyar dolar zêde bû û gihişt 15,6 milyar dolarî.
Dema li deynê mawaya krediyê ya demdirêj jî tê mêzekirin, di dawiya 2016'an de deynên wekî kredî 153 milyar dolar kêm bûye, deynên wekî derkirina dagerandinê (tahvîl îhraci) jî 1,7 milyar dolarî zêde bûye û derketiya 26,1 milyar dolarî.