HATAY - Piştî şerê li Sûriyeyê pêş ket, li navçeyên Hatayê betalî jî zêde bû. Welatiyên ku bi piranî bazirganiya sînor, çandinî û sewalkarî dikirin, ji ber xeta sînor hat girtin ji neçarî koçî bajarên Antalya û Stenbolê dikin.
Ji ber şerê li Sûriyeyê li navçeyên Hatayê yên wek Reyhanli, Kirikhan, Yayladagi, Altinozu û Hassayê hema bêje çandinî û sewalkarî qediyaye. Bi şerê li Sûriyeyê bi deh hezaran sûriyeyî koçî navçeya Reyhanli ya Hatayê ku gelheya wê 95 hezare kirin. Li gor daneyên Qeymeqamtiya Reyhanliyê; niha gelheya navçeyê nêzî 220 hezarî ye. Bi hatina penaberên sûriyeyî aboriya li navçeyê serobino bû. Niştecihên Reyhanliyê yên ku betal man ji neçarî berê xwe didin bajarên wek Stenbol, Îzmîr, Kocaelî, Mêrsîn û Antalyayê.
ÊDÎ XWECIHÊN NAVÇEYÊ NIKARIN BAXÇEYÊN XWE JÎ DEYNIN
Li navçeyên wek Altinozu û Yayladagiyê ku niştecihên wê piranî bi çandiniyê re bilî dibin, bi hatina sûriyeyiyan û şerê li Sûriyeyê êdî nikarin erd û baxçeyên xwe bajonin. Li Altinozuyê cotkar diyar dikin ku ji ber şer êdî ew wek berê nikarin kar bikin. Cotkarên ku beriya şer berên xwe difirotin cotkarên Sûriyeyî, niha ji ber girtina sînor êdî nikarin bifiroşin. Ji ber şerê li Îdlîbê yê di navbera hêzên rejîmê û rêxistinên tundraw de tim bombe li nav erd û baxçeyên wan dikevin û ji ber vê nikarin baxçeyên xwe deynin.
SEWALKARÎ QEDIYA
Li gel çandiniyê, şer bandoreke neyînî li sewalkariyê jî kiriye. Cotkarên ku li gundên sînor ên Kirikhanê sewalkariyê dikirin, niha ji ber şer îflas kirine. Sewalvanên li Kirikhanê berî şer bi erzanî heywan ji Sûriyeyê dikirîn, lê bi şer re ji ber ku êdî nikarin danûstendina heywanan bikin hema bêje sewalkarî bi temamî qediya.
‘JI BO EM BIRÇÎ NEMÎNIN ME BAJARÊ XWE TERIKAND'
Karkerê çandiniyê Alî Mert got ku ji bo kar wî berê xwe daye Antalyayê. Mert, anî ziman ku ew zewicandiye û 3 zarok dane xwendin û wiha got: "Piştî şerê li Sûriyeyê dest pê kir, gelek kes koçî Reyhanliyê kirin. Ji ber vê gelek kesên wek min betal man. Ji bo em birçî nemînin, ji neçarî me bajarê xwe terikand."
‘HEM SÛRIYEYIYAN HEM JÎ ME PERÎŞAN KIRIN'
Kemal Comert jî, anî ziman ku ji bo ew li înşetan bixebite ew ê biçe Antalyayê. Comert got ku ew bi eslê xwe ji Agiriyê ye, lê belê 40 sal in ew li Reyhanliyê ye. Comert, diyar kir ku piştî şerê li Sûriyeyê betalî zêde bû û bi taybetî ciwan ji bo betal nemînin ji neçarî berê xwe didin bajarê wek Antalya û Stenbolê. Comert, anî ziman ku berpirisyarê vê rewşê tenê hikûmet e û wiha axivî: "Hikûmet hem sûriyeyiyên ku ji wan re dibêje 'birayên min', hem jî me perîşan kir."
Erdogan Alayumat / Hamdullah Kesen - dihaber