Sewalvan ketine etra kayê, hikûmet jî ketiye derdê îthalatê

RIHA - Sewalvanên rihayî, ji ber zêdebûna buhayên êm û kayê êdî nikarin tevbigerin. Li gel vê rewşê hikûmet jî, ji dêvla ku piştevaniya wan bike, dixwaze bi îthalata heywanan çareseriyê peyda bike. Sewalvanan diyar kir ku, ev rêbaz buhayên goşt zêde dike û ji ber vê sewalvan êdî nikarin heywanan xwedî bikin.

Roja ku Parlementerê Rihayê Farûk Çelîk bû Wezîrê Çandinî û Sewalvaniyê soz da ku ew ê "buhayên goşt daxînin". Lê ji dêvla ku buha dakevin, zêde dibin û sewalvanan bertek nîşanî Wezîr Çelîk da. Esnafên bazara heywanan a navçeya Eyyûbiye ya Rihayê, dest nîşan kir ku ji dêvla ku hikûmet piştevaniya sewalvanan bike, çareseriyê di îthalatê de dibîne. Esnafan ji ber buhayên êm û kayê gilî û gazinc kirin û gotin ku, ew rojê 15-20 lîreyî li heywanekê mesref dikin, lê belê dema ew difiroşin lêçûnên xwe jî bi dest naxin. Welatiyên ku ji bo heywanan bikirin tên bazarê jî, diyar kirin ku qaşo Wezîr Çelîk gotibû ku ew ê buhayê goşt daxînin, lê belê her ku diçe goşt zêdetir dibe.

ÎTHALAT MALA SEWALVANIYÊ XERA KIR

Fethî Yaygin (47) ku li Sêwregê pez xweyî dike û di heman demê de esnafê bazara heywana ye, dest nîşan kir ku sedema zêdebûna buhayên goşt ji ber buhabûna êm û kayê ye. Yaygin, anî ziman ku bi polîtîkaya îthalatê sewalvanî hatiye qedandin. Yaygin got ku, ji ber şerê li Sûriyeyê bazirganiya sînor jî qediyaye û ev yek di warê aborî de zaf bandorê li wan dike. Yaygin, da zanîn ku ew kîloya heywanên zindî bi 15-16 lîreyî difiroşin, lê şîrketên mezin karên zêde li goşt bar dikin û bi 50-60 lîreyî difiroşin. Yaygin wiha got: "Şîrketên mezin toyê vî karî dixwin."

PIŞTEVANIYA FÎRMAYÊN MEZIN TÊ KIRIN

Abdulhalîm Yavûz ku li Heranê danûstendina dewaran û li Eyyûbiyeyê jî esnaftiyê dike, got ku ew nikarin heywanên xwe bifiroşin. Yavûz, dest nîşan kir ku dema heywan di dest de bimîne ev ji bo xweyîker zirar e û wiha got: "Her ku di destê me de dimîne, mesref zêde diçe. Dema em difiroşin jî ji ber ku em karê nakin, zirara me zêde dibe. Rojê 15 lîre mesrefê heywanê heye. Lê belê, rojê 15 rojî nade qezenckirin. Dewlet piştevaniya sewalvaniyê dike, lê vê yekê ne li esnafên biçûk li fîrmayên mezin dike."

ÊDÎ NIKARIN GOŞT JÎ BIKIRIN

Bavê 5 zarokan Huseyin Şanli (60) ku bi meaşê kêmtirîn dixebite, ji bo "goştê erzan" bikire hat bazarê, lê belê dest vala çû malê. Şanli, got ku kîloya goşt bûye 40 lîre û wiha got: "Bi mizeya kêmtirîn dixebitim, ma ez ê çawa goşt bikirim? Ma qey bila ev gel goşt nexwe?" Şanli, anî ziman ku dema Wezîr Çelîk hatiye ser kar gotiye ez ê buhayê goşt daxînim, lê belê tersê wê buhayê goşt zêde bûye. Şanli got ku, wî xwestiye pez bikire, lê belê ji ber ku buhayê pez bi qasî meaşê wî bûye nikaribûye bikire.

BUHA ZÊDE BÛN, ALÎKARÎ TUNE YE

Serokê Komeleya Bazara Heywanên Zindî ya Rihayê Îzzet Çîftçî, dest nîşan kir ku sala çûyîn kîloya heywanên zindî 10-11 lîre bû, lê niha bûye 15-16 lîre û li qesaban jî bûye 40 lîre. Çîftçî, got ku sedema vê yekê ew e ku dewlet baş piştevaniya sewalvaniyê nake. Çîftçî, da zanîn ku li herêmê bazara heywanan a herî mezin li Rihayê ye, lê belê êdî ew wek berê nikarin sewalvaniyê bikin. Çîftçî, got ku berê li çolteriyê sewalvanî zêde bû, lê belê niha hema bêje tune ye û wiha axivî: "Her sal piştevaniya 25 sewalvanên navçeyên Rihayê tê kirin. Ev hejmar ji bo Rihayê hejmareke zaf kêm e. Divê herî kêm li her navçeyekê piştevaniya 200 sewalvanî bê kirin."

WEZÎR GOT SEDEME 'SPEKULATOR' IN

Wezîr Farûk Çelîk ê ku li hemberî bertekên welatî û sewalvanan xwe li nedîtiyê datîne, wek ku hayê wî ji piyaseyê tune be di 13'ê Hezîranê de li Rihayê wiha gotibû: "Me hewesa spekulatoran di qirika wan de hişt. Niha li 6 marketên mezin kîloya qîme bi 33 lîre û ya tîkegoşt jî bi 36 lîreyî ye."