Di gulanê de 792 şirket hatin girtin

ENERE – Tevî ku TUÎK'ê di raporê de diyar kir ku aborî mezin bûye jî, dîsa li gorî lêkolînan di meha gulanê de 792 şîrket hatin girtin.

TUÎK'ê rapora meha gulanê aşkere kir û diyar kir ku li Tirkiye aborî pêş ketiye û mezin bûye. Yekîtiya Borsa û Odeyan a Tirkiye (TOBB) jî rapora meha gulanê aşkere kir û diyar kir ku li Tirkiye di meha gulanê de li gorî mehek berê ji sedî 3,07 kêm bûne. TOBB'ê da zanîn ku şîrketên hatin avakirin, ji 6 hezar û 353'an daket 6 hezar û 158'an. TOBB'ê destnîşan kir ku di vê mehê de hêjmara şîrketên hatin girtin, 8,2 zêde bûye û bi giştî 792 şîrket hatin girtin. TOBB'ê bilêv kir ku di nîsanê de bi gişti 732 şîrket hatin girtin.

TOBB'ê destnîşan kir ku di meha gulanêde 6 hezar û 250 şîrket û kooperatif hatin avakirin û di gulanê de 254 şirketên perakende, 155 şîrket yên înşatê û 110 şîrket jî yên îmalatê hatin girtin.