Di cejnê de jî rezervasyona turîzmê tune

AYDIN - Turîzmvanên ku ji ber krîza aborî bi rojên zor û zehmet re rû bi rû mane, hêviyek wan jî Cejna Remezanê bû. Lê cejn jî nebû çare. Kardêrên li Kûşadasiyê ku yek ji navendên turîzmê ye, diyar kirin ku cejn hat lê belê hîn jî rezervasyon tune ne.

Turîzmvanên ku ji ber krîza balafira Rûsyayê û êrîşên bombeyî rojên zor û zehmet derbas dikin, niha jî hêviya xwe bi Cejna Remezanê ve girêdane. Turîzmvan, xwestin ji bo telafîkirina wan rojên zor û zehmet betlaneya cejnê bê dirêjkirin, lê belê rayedar jî îdia dikin ku di turîzmê de liv û tevgereke zêde heye. Turîzmvanên Kûşadasiya Aydinê, ji rewşa heyî nerazî ne û şik û gumanên wan hene.

Hasan Kaplan ku ev 3 sal in li Kûşadasiyê kardêriya otelê dike, diyar kir ku her ku diçe turîzma Tirkiyeyê xerabtir dibe û ew nizanin di rojên pêş de ew ê bi çi bobelatan re rû bi rû bimînin. Kaplan, anî ziman ku di warê siyasî de navbera Tirkiye û tu kesî nebaş e û ew dizanin ku ji bo çi ewropayî nayên Tirkiyeyê. Kaplan wiha bertek nîşan da: "Ma dê turîst ji bo çi bên. Dema mirov ji derve lê dinihêre, Tirkiye wek Sûriyeyê dixuyê. Bi ser de jî yên ku welat bi rê ve dibin bi ser her kesî de dikin qîrîn û filan û bêvan. Ewropayî bi awayekî şexsî jî Tirkiyeyê protesto dikin. Dema hûn li nûçeyên çapemeniya berbelav dinihêrin, li 'Tirkiyeyê turîzm difire. Her der tije ye, otelên vala tune ne.' Ev hemû derew in. Heta mehek berê jî 10 muşteriyên min çênebûn. Niha li otelê muşterî tune ne. Cejn tê, lê rezervasyon tune ye."

'WELATÊ KU SIBEROJA WÊ TUNE BE, DÊ TURÎZMA WÊ JÎ TUNE BE'

Kaplan, dest nîşan kir ku li Kûşadasiyê rêjeya rezervasyonên otelan ne ji sedî 30 ye jî û wiha axivî: "Tu dibêjî qey hikûmet naxwaze turîzm baş bibe. Çi dixwazin, hîn jî min fêm nekiriye. Paşê li ser kursiyan dibêjin xisara turîzmê çi be em ê bidin. Lê gelo dê kî zirara firîngîvanê ku firingiyan difiroşe otelê bide. A rast rewşa heyî ew e ku, îktîdar darbeyek li aboriyê kiriye. Welatiyên li Enqere û Stenbolê jî nayên. Nizanin dê sibê çi bibe, ji ber vê nayên. Wek ewlehiyekê li pere dinihêrin. Welatê ku siberoja wê nediyar be, dê turîzma wê û tiştekî wê jî tune be."

‘DI TURÎZMÊ DE ERDHEJEKE DIJWAR HEYE'

Metîn Irmak ku li bajaroka Guzelçamli ya Kûşadasiyê ev 32 sal in kardêriya turîzmê dike jî, anî ziman ku îro rewşa turîzmê zaf xerab e. Irmak, diyar kir ku li gor sala çûyîn ji sedî 50'yê turîzmê ketiye. irmak, got ku ew ber bi dawiya Hezîranê ve diçin lê belê hîn jî muşterî tune ne. Irmak, dest nîşan kir ku ji cejnê re hindik ma, lê ne li otelan û ne jî di sektora turîzmê de tu liv û tevger tune ne. Irmak, diyar kir ku turîstên ku her sal ji Ewropayê dihatin êdî nayên û wiha axivî: "Beriya her tiştî turîzm ji aştiyê hez dike. Dema aştî tune be, turîst nayên. Li otelê tenê 3 ode tije ne. Niha em nikarin heqê xebatkaran bidin. Dê salek an jî du salên din li Tirkiyeyê bi navê turîzmê tiştek nemîne. Niha di turîzmê de erdhejeke dijwar heye."