WAN - Li Wanê esnaf bêyî serfetihê derabeyên xwe datînin. Serokê Komeleya Galerîvanên Otoyan Îsmet Înan wiha got: "Heke tevî veberhênaniyan aştî jî tune be, dê veberhênanî bi tena serê xwe bi kêrî tiştekî jî neyên. Tekane çareserî ev e."
Esnafên Sîteya Galerîvanên Otoyan ku di sala 2007'an de li Wanê hat vekirin, ji ber krîza aborî ya ku ji ber Rewşa Awarte (OHAL) her diçe kûrtir dibe rojên zor û zehmet derbas dikin. Li sîteyê hin esnaf bi mehan e serfetih jî nekirine û her wiha hejmara kirîgerên ku tên sîteyê jî ne bi qasî tiliyên destekî ne jî.
ESNAF BAJÊR DITERIKÎNE'
Serokê Komeleya Galerîvanên Otoyan û Alîgirê Serokê Federasyona Galerîvanên Otoyan a Tirkiyeyê Îsmet Înan, diyar kir ku li sîteyê 120 dikan hene û niha esnaf yeko yeko derabeyên xwe datînin û diçin. Înan, dest nîşan kir ku ji bilî esnafan bi rojan kes nayê sîteyê. Înan, got ku di 9 salên dawî de sala herî xerab îsal e û ev 2 sal in her ku diçe rewşa wan xerabtir dibe. Înan wiha axivî: "Êdî em hatine asta ku nikarin kar bikin. Hetanî êvarî wek ku em li betlaneyê bin li kargehên xwe rûdinên. Hin esnafên me yên ku bi mehane kar nekirine hene. Bi salane em qet netengijîbûn. Lê ji ber pevçûnên 2 salên dawî, pirsgirêk zêde bûn. Tu bikî nekî bandorê li bazirganiya me jî dike. Ji ber vê yekê piraniya esnafên me çûn deverên din. Yên mayî jî sermayeya xwe dibin bajarên mezin."
‘BÊYÎ AŞTIYÊ TU TIŞT NEPÊKAN E'
Înan, balê kişand ser gotinên Serokwezîr Bînalî Yildirim û berdevkên AKP'ê ku dibêjin Wan wek navenda cazîbeyê hatiye hilbijartin û wiha got: "Tu dibê qey em di nav şerekî de ne. Tu bikî nekî ev bandorê li me dike. Hezar carî sermayeyê bişînin vir, bikin navendên cazîbeyê û bibêjin 'em ê vir bilind bikin', lê bêyî aştiyê tu tişt nabe. Bazirganî nabe. Çimkî sermaye tirsonek e. Dema bitengije direve. Heke tevî veberhênaniyan aştî jî tune be, dê veberhênanî bi tena serê xwe bi kêrî tiştekî jî neyên. Divê sermaye û aştî bi hev re bên. Tekane çareserî ev e."
‘HEMÛ ESNAF DEYNDAR IN'
Înan, da zanîn ku piraniya esnafan deyndarê bankeya ne û wiha domand: "Pir eşkereye ku li herêmê krîza aborî heye. Kes nikare înkar bike. Aboriya me daketiye bin sifirê. Niha hemû esnaf sermayeya xwe xwarin û qedandin. Her kes deyndar e. Hemû wesayîtên li ber derî bi deyn hatine kirîn. Bi pirsgirêk û gelemşeyan em bi rê ve dibin. Em hemû deyndarê bankeyan e. Ne rast e ku em bêjin 'em li vir baş dixebitin û baş qezenc dikin'. Heta ku ev bûyer hebin, dê bazirganî tune be. Li vir wek ku em di girtîgeheke vekirî de bin rûdinên."
Îlhamî Hacioglû ku 10 sal in esnaftiyê dike jî wiha axivî: "Êdî derûniya me xerabûye ku hingî em tên vir vala vala rûdinên. Niha krîzeke aborî ya dijwar heye. Heke wisa bidome em ê hemû derabeyên xwe deynin û biçin li malên xwe rûnên. Rewşa me qet nebaş e. Em her roj sibehê tên û êvarî diçin malê. Êdî em ji vê weziyetê aciz bûn û westiyan. Êdî mirov nayên vir. Berê dema krîzek aborî çêbibûna piştî 6 mehan şûnde sîrayetî Wanê dikir, lê niha dema li Stenbol K'ya krîzê dertê bi derbekê bandorê li me dike. Niha li Wanê qet ketana pereyan tune ye. Yanî potansiyeleke ku vê çerxê bigerîne tune ye."
‘ESNAF TENGAVÎ BÛYE'
Hacioglû, anî ziman ku weadên ku ji bo bajêr hatine dayîn xweş tên guhan û wiha got: "Ev esnaf bi vî awayî nikarin bimeşin. Esnaf di warê derûnî de tengavî bûye. Ev ê di rojên pêş de bibe sedema travmayên mezin. Divê demildest ev rewş bê çareserkirin. An jê em ê hemû derabeyên xwe deynin û biçin malên xwe rûnên. Halbûkî ev der debara 500 malbatî dike."