Pembûyê wekî 'Zêrê spî' dihat nasîn êdî bê qîmet e

EDENE - Li herêma Çukurovayê pembûyê ku rençberan berê bi navê "Zêrê spî" bi nav dikirin êdî heqê keda wan dernaxe. Rençber li şûna pembû êdî neçarin gulberojan biçînin. Serokê Şaxa ZMO ya Edeneyê Semih Karademir, diyar kir ku êdî lêçûna pembû zêde ye û hatina wî kêm e û ji ber vê yekê rençberan dest bi çandina gulberojan kiriye.

Berî AKP bibe îktîdar, herêma Çukurovayê wekî deşta pembû dihat nasîn. Pembû, ji bo rençberan wekî "Zêrê spî" dihat zanîn. Rençberên ku hem debara malbata xwe pê dikirin û hem bi hezaran karker debare dikirin êdî bê qîmet e. Ji ber lêçûna pembû zêde bûye û hatina pembû kêm e rençberên çandiniya pembû zirarê dikin. Pembûyê ku rençberan ji salên 1980'yî heta 2000'an bi milyonan dekar zevî diçandin, êdî dest ji çandiniya pembû berdane. Rençber li şûna pembû bêtir garis û gulberoşan dipejirînin. Rençberên herêma Çukurovayê sala par li ser 540 hezar dolim zevî gulberoş çandin û nêzî 190 hezar tor dendikê gulberoşan çinîn. Îsal rençber li ser 625 hezar dolim zevî gulberoş çandin. Sal bi sal çandiniya gulberojan zedetir dibe û çandina pembû jî kêm dibe. Têkildarî rewşa çandiniya li herêmea Çukurovayê Serokê Şaxa ZMO ya Edeneyê Semih Karademir, diyar kir ku êdî lêçûna pembû zêde ye û hatina wî kêm e û ji ber vê yekê rençberan dest bi çandina gulberojan kiriye.

Karademir, anî ziman ku di salên 80 û 90’î de li ser milyonan dekar pembû dihat çandin û pişti salên 2006 û 2016'an nêzi 3 milyon dekar çandiniya pembû kêm bûye. Karademir ani ziman ku ji ber rençber êdî di çandiniya pembû de zirarê dikin li şûna wî gulberojan diçînin û 2 milyon dekar garis û gulberoj zêde bûye. Karademir, anî ziman ku li gorî daneyên 2002'an pembû li ser 7 milyon û 200 hezar dolim dihat çandin û niha daketiye 4 milyon û 100 hezar dolim. Karademîr, anî ziman ku çandiniya gulberojan jî ji 5 milyon û 500 hezar doliman daketiye 7 milyon û 200 hezar dolim zevî.

KEDA PEMBÛ ZÊDE YE QÎMETA WÎ KEM E

Karademir, ani ziman ku ked û lêçûna pembû gelek zêde ye, lê hatina pembû pir kêm e û êdî rençber zirareke mezin dikin. Karademîr, anî zinan ku li şûna pembû êdî rençber garis û gulberojan hilbijêrin.

Karademir, xwest polîtîkayên çandiniyê yên gelemperî hebin û divê Tirkiye li gorî pêdiviyên çandiniyê polîtîkayan diyar bike û wiha got: "Niha li Tirkiyeyê pêdivî bi pembû û soyayê heye û nêzî 2.5 hezar ton soya ji dervê welat îthal dikin." Karademîr xwest dîsa rençberên Çûkûrovayê teşwiqî çandiniya pembû bike û piştgirî bê dayîn. Karademir, xwest hikûmet li ser Çûkûrovayê bifikire û dîsa Edene bike bajarê pembû.