EDENE - Ji ber krîza aborî ya li welat, Cejna Remezana îsal jî ruyê esnafan geş nekir. Esnafan dest nîşan kir ku, heta niha wan qet serdemeke wisa xerab nedîtiye û wiha pirsîn: "Karê mirovan tune ye, ma dê çawa danûstendinê bikin?" Esnafan, got ku mirov êdî nikarin şekirê cejnê jî bikirin.
Ji ber krîza aborî ya li Tirkiyeyê, Cejna Remezana îsal jî ji bo esnafan nebû hêvî. Esnaf ji rewşa heyî nerazî ne û gotin ku mirov êdî nikarin şekirê cejnê jî bikirin.
Mevlut Çat ku 12 sal in esnaftiyê dike, diyar kir ku her ku diçe hêza kirînê kêm dibe û ev yek bandorê li esnafan jî dike. Çat, anî ziman ku bi salan ew li bazarê esnaftiyê dike, lê wî di cejnan de rewşeke wisa xerab nedîtiye. Çat, dest nîşan kir ku li ser dezgeha wî buhayên kincan bi 10 lîreyan dest pê dike, lê belê li gel vê erzaniyê jî kes nayê lê jî nanihêre. Çat wiha got: "Karê mirovan tune ye, ma dê çawa danûstendinê bikin."
‘NEBAWERIM REWŞA ABORIYÊ BAŞ BIBE'
Abdûrrahman Becer, dest nîşan kir ku ew 20 sal in esnaftiyê dike. Becer, got ku her sal van çaxan mirov şekir û pêdiviyên cejnê dikirîn, lê belê îsal ji ber ku bi kesî re pere tune ye kes li buhayê wan jî napirse. Becer wiha got: Li gor salên berê îsal zaf westdar e. Buha kêm in, lê dîsa jî mirov ne kêfxweş in. Ev jî ji ber krîz û betaliya mirovan e." Becer, got ku ji ber krîza aboriya welat ew nebawer e ku rewşa aboriyê baş bibe.
'LI WELAT ATMOSFERA CEJNÊ TUNE YE'
Medîne Akan ku 15 sal in karê cilûbergan dike wiha got: "Jixwe li welat atmosfereke cejnê tune ye. Ji xwe aborî rûxiyaye. Mirov ji dêvla ku danûstendinê bikin, tên li buhayan dinihêrin. Çimkî karekî ku mirov bikin tune ye, dema kar tune be dê pere jî tune be û dema pere tune be tu yê nikaribî tiştekî jî bikirî."
Şukran Kilgi jî, diyar kir ku ew 15 sal in esnaftiyê dike lê belê wê wek serdema niha serdemeke xerab nedîtiye.
BANDORÊ LI FIROTINA ŞEKIRAN JÎ KIR
Ahmet Tez, anî ziman ku li gor sala çûyîn îsal firotina şekiran zaf kêm bûye. Tez got ku li gor qalîteya xwe buhayê şekiran di navbera 10-15 lîreyî de diguherin û wiha axivî: "Salên berê mirov bi kîloyan şekir dikirîn. Niha bi xiraman dikirin. Hêza kirînê ya mirovan bandorê li şekir jî kir."
Yûsûf Tûran jî anî ziman ku wan vê hefteyê dest bi firotina şekir kiriye û wiha axivî: "Hêviya me ew e ku êvara cejnê bên firotin. Heta niha bi nêvengî me 200 kîlo şekir firotiye. Dibe ku êvara cejnê ev bibe ton an jî ton û nîv. Berê mirov dihatin 5 kîlo dikirîn, niha tên dibêjin 'ka nîv kîlo, 250 xiram'. Êdî cejn jî ne cejnên berê ne."
Sûat Ozdogrû jî anî ziman ku ji bo mirov şekir bikirin ew di biniya piyaseyê re difiroşe û wiha got: "Êdî cejnên berê neman. Ev jî bandorê li şekiran dike."