RIHA - Çarşiya Jêrîn ku li Rihayê bi danûstendina xwe ya beriya cejnê nav û deng daye, îsal bêdeng e. Ji cejnê re rojek maye, lê belê hîn jî liv û tevgera cejnê li çarşiyê naxuyê.
Li Rihayê navnîşana danûstendinê Çarşiya Jêrîn e. Lê îsal hema bêje cejn qet nehatiye çarşiyê. Esnafên çarşiyê diyar kirin ku li gor sala çûyîn wan buhayên berên xwe daxistine û wiha balê kişandin ser krîza aborî: "Cejna îsal jî em xelas nekirin."
REWŞA ESNAFAN NE TU REWŞ E
Mehmet Îpek (68) ku li derketina çarşiyê kincên gelêrî difiroşe, anî ziman ku 15 sal in ku ew esnaftiyê dike, lê belê li gor cejnên berê cejna îsal ew heyirandine. Îpek, diyar kir ku ji ber meha Remezanê wan biroj tu kar nekiriye, tenê hêviya wan cejn bû lê belê cejna îsal jî ruyê esnafan geş nekir. Îpek wiha axivî: "Em piranî xîtabî kesên ku li deverên çolterî dijîn dikin. Êdî ew jî danakevin çarşiyê. Yanî niha ji ber êvara cejnê hinekî liv û tevger çêbû. Lê belê, ev têr nake. Rewşa esnafan ne tu rewş e. 15 sal in ku li vir esnaftiyê dikim, cejnên berê çêtir bûn. Ya niha mixabin."
ESNAFTIYÊ NEKIN!
Esnaf Abdûllah Yavûz (50), anî ziman ku dewlet ji bo gelek cihan pereyan radizîne, lê belê ev pere nagihîje esnafan. Yavûz, got ku li gor berê rewşa wan niha ne tu rewş e û wiha axivî: "Esnaftî nema, bazirganî nema. Kesên dixwazin vî karî bikin hebin, esnaftî zor e. Bila nekin baştir e. Em nikarin nan bibin malê. Kirîger ji ber zêdebûna buhayên beran giliyên xwe dikin. Nexwe krîz bandorê li her kesî kiriye."
ATMOSFERA CEJNÊ TUNE YE
Selahattîn Biçak (35) jî anî ziman ku 15 sal in ew çerezan difiroşe, lê ji ber cejnê wî şekirên cejnê jî daniye ser dezgeha xwe. Biçak, got ku lê belê hîn jî wî serfetih nekiriye û wiha axivî: "Ji bo esnafan atmosfera cejnê tune ye. Berê di dema cejnan de we nikaribû li vê çarşiyê gav bavêje. Her kes li hev diket. 15 sal in esnaftiyê dikim, lê em xweziya xwe bi cejnên berê tînin."