'Ne pere hiştin û ne jî aramî'

WAN - Esnafên li kuçeyên Rêya Armûşê dezgehên xwe vekirin, da zanîn ku her kes tê kuçeyê, lê kes tiştekî nakire û gotin ku "Di mirovan de ne pere hiştin û ne jî aramî."

Esnafên li kuçeyên navçeya Rêya Armûşê ya Wanê dezgehên xwe vekirin, aşkera kirin ku ji ber Rewşa Awarte (OHAL) krîza aborî gelekî kûr bûye, li gorî salên borî kirîn û firotin gelekî ketiye. Esnafan diyar kir ku kuçe û kolan gelekî qelebalix in û her kes teqes serî li kuçeyan dide, lê kes tiştekî nakire û vedigere.

‘HER SAL XWEZÎ LI PAR’

Mevlut Oktay 16 sal e sîran difiroşe û gazinên xwe wiha tîne ziman: "Her sal ku derbas dibe, li gorî sala par xirabtir e. Qazanca meya rojane nivî vivî ye. Em rojê 100 lîreyî bi zorê qezenc dikin." Oktay piştrast kir ku geşedanên siyasî bandorê li ser esnafan dike û wiha pê de çû: "Piştgiriya wan ji bo alîgirên wan çêdibe, lê ji bo me nabe. Em firoşkarên seyarî ne. Roja ku qeyûm hatiye tayînkirin me rojek xweş nedîtiye. Zabita li du me ne. Di dema Bekîr Kaya de, tev li esnafan nedibûn."

Xwendekarê zanîngehê Adnan Eroz jî li kuçeyê dezgehê pêlavan vekiriye û ew jî wiha dibêje: "Ji ber OHAL'ê her tiştê me çû. Di gel de pere tune, di esnafan de jî pere venagere."

Jina bi navê Hulya Maral jî ev 5 sal e li çuçeyan cilên zarokan difiroşe. Maral got ku wê buhayê 10 hezar lîreyî berhem standine, lê hêj wê 3'ya yek jî nefirotiye. Maral destnîşan kir ku di aboriyê de ketinek mezin heye û wiha axivî: "Sala par rojaneya me hezar lîre bû, îsal rojaneya me 200 lîra ye. Hemû di destê me de ma. Dema di gel de pere tune be, em jî nikarin qezenc bikin."

‘Welatiyê bi navê Ayhan Ozhan jî aşkera kir ku ev 4 sal e ew di her cejnê de li Kuçeya Hunerê şekirê cejnê difiroş e û ev tişt anî ziman: "Her sal rewşa me xirabtir dibe. 2015 kambax bû, 2016 hêj qambaxtir bû û îsal qet nayê kişandin."