AMED - Esnafên Sûrê ku yek ji navendên kirîn û firotineye, ji ber OHAL û krîza aborî, nikarin kar bikin. Esnafan li dijî vê rewşê gazinên xwe anîn ziman û diyar kir ku li gorî salên borî Çarişiya Şewîtî di vê cejnê de bêdeng û xalî ye.
Çarşiya Şewitî ya Sûra Amedê li gorî salên borî xalî ye. Kirîn û firot beriya erefa Cejna Remezanê miriye. Îsal sûk bêdeng û xalî ye. Li gel bûhayê alavan nehatiye guhertin jî, ji ber krîza aborî, kirîn û firotin kêm bûye. Ev yek jî bandora xwe li bazarê dike. Welatî Salîh Aydin ku 6 sale li Sûrê esnafe, anî ziman ku li gorî berî kirîn û firotin kêm bûye û wiha axivî: "Di navbera cejnên berê û yên niha de ferqek mezin heye. Cejnên berê pir xweş bûn. Mirov bi keyfxweş û kelecan bûn. Niha ji 5 kesan, kesek nakene. Êdî tama cejnê nemaye û cejin bi xemgînî derbas dibe." Aydin diyar kir ku gelek sedemên vê yekê hene û wiha got: "Şerê li Sûrê û wêrankirina heyî bandorek mezin li mirovan kiriye. Îro kesekê ku bi heqdestekê kêm kar dike, dê çawan karibe kirîn û firotinê bike. Ez îro nikarim goreyekê bixwim lingê xwe û rewşa gel jî ji ya min ne pir cudaye. Lê li gel van hemûyan em daxwaza aştî, biratî û wekheviye dikin."
'DESHILATDARÎ BILA BES PESNÊ XWE BIDE'
Esnaf Ramazan Kaya ê zanîngeh xelas kiriye û betal e, li gel xizmê xwe beqlewa difiroş, dest nîşan kir ku li gel ku bûhayê tiştan erzane jî nayên firotin û wiha axivî: "Krîza aboriyê ya li welêt tê jiyîn bandora xwe li Sûrê jî kiriye. Bêrê li Aydinê dijiyam. Ferqeke mezin dinavbera vir û wir de heye. Ev bê edaletî ji aliyê rêveberên desthilatdariyê ve tê meşandin. Desthilatdarî bila bes besnê xwe bide û dakeve nava gel. Ger tu bi hezaran leşker û polîsên xwe ve werî nava gel, ev yek ne ji bo guhdarkirina gele, ji bo tehdît kirina gel bi xwe ye."
'SEDEM OHAL E'
Esnaf Mehmet Karakoç ku li Sûrê 8 sale esnafe da zanîn ku kîloya şekirên cejnê bi 12 lîreyan dikirin û bi 13 lîrayan difiroşîn. Karakoç diyar kir berê mirovan 4-5 kîlo şekir dikirîn, lê niha bi zorê yek kîloyî dikarin bikirin û wiha got: "Gelê Sûrê di warê aborî û moral de rastî gelek zoriyan hatin. Di cejnên berê de mirov bi coş û kelecaneke mezin di kolan û cadeyan de kirîn û firotinên xwe dikirin. Lê niha ew coşa berê nemaye. Ji ber OHAL'ê mirov ditirsin û naxwazin werin Sûrê. Ev yek bandora xwe li me esnafên Sûrê dike."