STENBOL - Esnafên li Şîşlî û Mecidiyekoy ji ber krîza aborî û bazirganiya nayê kirin bi glî û gazinc in. Esnafan diyar kirin ku sedema qeyrana aborî hikûmeta AKP'ê ye. Esnafê 20 salî ku ostetiya saetan dike Fuat Yazici diyar kir ku hikûmet dibêje "Di aboriyê de îstikrar heye" û wiha got: "Dibe ku îstîkrar hatibe welateki din. Lê nehatiye vir.
Konfederasyona Sinhetkaran û Esnafên Tirkiye (TESK) di rapora 2016'an de diyar kir ku li Tirkiye 101 hezar û 614 esnafan dikanên xwe girtine îflas kirine. Li Stenbolê ku 14 milyon nifûsa wê heye, nêzî 199 hezar û 792 kargerî hene û 190 hezar û 926 esnaf heye. Li gorî raporê di sala 2016'an de 8 hezar esnafan kîlît li deriyê dikanên xwe xist. Li gori pisporan dê di sala 2017'an de hêjmar zedetir bibe.
Li navçeyên Şişli û Mecidiyekoy ku kîra zede ye û esnaf nikarin bazirganiyê bikin bi glî û gazinc in. Esnaf bertek nîşanî polîtîkayên AKP'e didin û diyar kirin ku AKP berpirsiyarê vê yekê ye.
Esnafên Şîşlî û Mecidiyekoy pirsa "Rewşa we çawa ye?" bi gotina "Baş be dê çi bibe. Kira, bac, ceyran, av û wekî din tiştek ji mere namîne." didin.
Esnafê 56 salî ku 40 salin îmalatxaneya pêlavan dike, diyar kir ku 10 sal berê ji ber krîza aborî dest ji îmalata pêlavan berda û wiha got: "Hûn jî dibînin dema xwediyê mal tê nikarin heqê wî bidim. Ez esnafeki biçûk im. Divê rojê 3-4 hezar cîro bikim. Ez rojê bi zorê 700 tl qezenç dikim. Cejnê ji ruyê me nekenand. Ger ku krîza aboî wisa bidome ez dê dikana xwe bigirim."
BAŞ DIDIN XUYAKIRIN LÊ NEBAŞ E
Esnafê 36 salî ku li ser kolana Şişli Abide-i Hurriyetê kargeriya baharatan vekiriye Sedat Akyuz jî diyar kir ku roj bi roj karê wan xerabtir dibe. Akyuz, ani ziman ku berê mirovan bi kîloyan dikirîn, lê niha bi graman dikirin. Akyuz, anî ziman ku merov êdî ji bo bijîn tera pêdiviyen xwe distînin û wiha got: "Hikûmet dibêjin rewşa aboriyê baş e. Aborî bi îstîkrar pêş de diçe. Lê saziyên venêrtinê azad lekolîn nakin. Kesên rewşê baş nîşan didin ne wisa ye. Bi xuyakirina baş rewş baş nabe.
Ostayê Saetan ê 45 salî Fuat Yazici jî berteken xwe nişan dan û wiha got: "20 salin ostetiya saetan dikim. Hikûmet dibêje "Di aboriyê de îstikrar heye". Dibe ku îstîkrar hatibe welateki din. Lê nehatiye vir."
Firoşkerê Mîlli Piyanog yê 25 salin kar dike Namık Sertçelik(56) anî ziman ku berê mirovan wekî hêvî li milli piyango dinerî û êdî ew hêvî jî nemaye.