Li serayên alternatîf çandinî didome

WAN - Li serayên ku berî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bê kirin ketin fealiyetê, di sala 3'yemîn de jî hilberînerî tê kirin.

Li 33 serayên ku di çarçoveya Projeya Hilberandina Berên Alternatîf ku berî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bê kirin ket fealiyetê de di sala 3'yemîn de jî çandinî tê kirin. Bi saya vê projeya ku di navbera 2015-2016'an de ket fealiyetê 70 malbat debara xwe dikin. Malbat li serayan xiyar, firingî, bacanên reş, îsot, marol, bexdenûz û hwd. diçinînin û van beran li gor yên bazarê erzantir difiroşin.

5 MALBATA DEBARA XWE DIKIN

Muhsîn Namaz (60) ku li seraya 600 metrekareyî ya li Taxa Selîmbey a navçeya Rêya Hevrişîmê dixebite, got ku 2 sal in ew debara xwe bi vê serayê dikin. Namaz, anî ziman ku piştî ew teqawîd bûye wî vê projeya şaredariyê bihîstiye û wiha axivî: "Dahateke wê yî zêde tune ye, lê em pê îdara xwe dikin. Em li vir tenê xiyaran diçinînin. Me îsot li derdora wê danîne. Li derve kîloya xiyaran bi 4-5 lîreyî ye, lê belê li vir bi 2 lîre û nîvan e. Em ne zêde dikin û ne jî kêm dikin. Em xizmeta gelê xwe dikin." Namaz, diyar kir ku 5 malbat debara xwe bi vê serayê dikin. Namaz, got ku heke qeyûm tayînî şaredariyê nehatana kirin dê ev hejmar bibûna 10 û wiha got: "Çend meh berê naylona vir qetiya. Gelek caran çûm cem qeyûm. Kesek ji wan jî bi min re eleqedar nebû. Wek hûn dibînin, hîn jî qetandiye. Wisa bawer dikim heke şaredariya berê bûna dê bihatana vir û alîkarî bikirana û dê ev naylon biguhertana. Her wiha dê 2 serayên din jî ji me re çêbikirana û em ê 10 malbat li vir bûnan."

PIŞTÎ QEYÛM HAT TAYÎNKIRIN ÊDÎ KES NEHAT

Arîf Acarê 76 salî ku li Taxa Xaçortê li serayeke 250 metrekareyî dixebite got ku, wan îsal marol daniye û niha wan dest bi firotina wan kiriye. Acar, anî ziman ku berê xebatkarên şaredariyê dihatin û venêrîna serayan dikirin û alîkariya wan dikirin û wiha gotin: "Heke şaredariya HDP'î bûna dê projeyên nû berpêş bikirana. Her ku proje belav dibin betalî kêm dibe. Sala çûyîn xebatkarên şaredariyê dihatin, lê îsal piştî qeyûm hat tayînkirin kes nehatiye."

‘LI DERVE 4 LÎRE LI CEM ME 2 LÎRE'

Acar, balê kişand ser zebzeyên organîk ên ku ew diçinînin û wiha got: "Gelê me ji berên organîk direve. Ji ber ku her tişt hazir e û bidestxistina wan rihet e berê xwe didin berên hazir. Lê dîsa jî hin kes tên van deran. Em berên xwe difiroşin. Tên li vir bacanên reş dikirin. Tên ji vir marolan dikirin. Li derve zebze bi 4 lîreyî ye, lê li vir bi 2 lîreyan e."