Esnaf: OHAL xizaniyê zêde dike

WAN - Esnafên bazara Taxa Bostanîçî ya navçeya Rêya Armûşê, diyar kirin ku krîza aborî, ji ber şertên OHAL'ê kûrtir bûye û esnafan xizantir dike.

Esnafên bazara ku li Taxa Bostanîçî ya navçeya Rêya Hevrişîmê ya Wanê tê danîn, diyar kirin ku krîza aborî ya ku ji ber şert û mercên OHAL'ê kûrtir bûye esnafan ber bi xizaniyê ve dibe.

Ekrem Akdogan anî ziman ku 15 sal in ew esnaftiyê dike û wiha got: "Berê karê me zaf baş bû. Min hemû kincên li ser dezgehê difirotin, lê niha nikarim nêviyê wan jî bifiroşim. Ji bo başbûna aboriyê divê demildest dawî li pevçûnan bê."

Bavê 6 zarokan Mecît Tûrgût anî ziman ku êdî ew nikarin debara malbata xwe jî bikin û wiha axivî: "Berê me eşyayên xwe bi erzanî ji tomerîfiroşan dianî û me bi erzanî jî difirot. Lê niha tomerîfiroş buha difiroşin. Dema rewş ev be em nikarin danûstendinê bikin. Jixwe betalî zaf zêde ye û gel nikare tiştekî bikire. Berê min bi rihetî debara malbata xwe dikir. Lê niha tenê em nanoziko dixebitin."

DEMA MARKET ZÊDE BÛN...

Esnafê bazarê Necatî Yilmaz jî dest nîşan kir ku bi rojan e wî tiştek nefirotiye. Bazarvan Hasan Acar jî, diyar kir ku berê li bajêr 2-3 marketên mezin hebûn û wiha got: "Lê niha li her kuçe û kolanê market hene. Ev market jî yên dewlemendan e. Bandoreke neyînî li karê me dikin. Ji ber van marketan rewşa esnafên herêmê ne tu rewş e."