WAN - Piştî ku bazirganiya sînor hat astengkirin, welatiyê bi navê Akîf Yildiz li gundê Çiliya Jêrîn ê navçeya Ebexê çewligeke mirîşkan çêkir û bi hêkên van mirîşkan debara malbata xwe ya 5 kulfetî dike.
Li gundê Çiliya Jêrîn ê navçeya Ebexê ya Wanê Akîf Yilmaz, 2 sal berê çewligeke mirîşkan çêkir û pê debara malbata xwe ya 5 kulfetî dike. Yilmaz li vî gundê ku li ser sînorê Îranê ye û ji bilî bazirganiya sînor tu kar lê nayê kirin niha 300 mirîşkî xwedî dike. Rojê bi nêvengî 100 hêkî bi dest dixe û van hêkan difiroşe dikan û marketên li navenda navçeyê.
DEMA ÇANDINÎ, SEWALKARÎ Û BAZIRGANÎ TUNE BE...
Li vî gundî ji ber şert û mercên hewayê hema bêje çandinî û sewalkarî nayê kirin û di demên dawî de ji ber qereqol û qeleqolên li ser sînor tên çêkirin êdî bazrganî nayê kirin. Li ser vê Yilmaz jî wek alternatîf biryara çêkirina çewliga mirşîkan daye. Yilmaz got ku, ew mirîşkên xwe bi berên organîk xwedî dike û wiha got: "Ji bo zivistanê necemidin min sobe xistiye çewligê. Ez tepikan davêjim sobê. Wek êm jî genim didim wan. Min bi derfetên xwe ev der vekir û tu tiştî ji dewletê naxwazim. Tenê bila bi bahaneya şewba çûkan mirîşkên min îmha nekin. Ji dêvla wê bila ji bo şewba çûkan tamanekê bibînin."
HETA KU LI SER ÎNŞEATAN BIXEBITIM EZ Ê MIRÎŞKAN XWEDÎ BIKIM
Yilmaz, dest nîşan kir ku heta ku ji dêvla ku ew biçe bajarên rojavayê Tirkiyeyê li ser înşeatan bixebite wî biryara xwedîkirina mirîşkan daye û wiha axivî: "Li vir ji bilî bazirganiya sînor tu tiştekî ku em bikin tune ye. Piştî ku sînor hat girtin ez li bajarên rojavayê li ser înşeatan xebitîm. 2 sal berê min biryara da ku êdî neçim bajarên rojavayê û min vê çewliga mirîşkan çêkir. Niha zaf ji halê xwe memnûn im."