Dev Turîzm Îş: 10 milyon dolar windahî heye

ANTALYA - Serokê Giştî yê Dev Turîzm Îş'ê Mûstafa Yahyaoglû anî ziman ku, bi krîza balafira Rûsyayê re, li tevahiya Tirkiyeyê zêdeyî 500 hezar karkerên turîzmê bê kar mane, ji van 200 hezar jê li Antalyayê ne û got, di 2016'an di sektora turîzmê de 10 milyar dolar windahî çêbûye.

Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Turîzma Şoreşger (Dev Turîzm Îş) Mûstafa Yahyaoglû diyar kir ku, piştî krîza balafira Rûsyayê, li Tirkiyeyê turîzm bi awayekî cidî bi krîzekê re rû bi rû maye û got, li tevahiya Tirkiyeyê zêdeyî 500 hezar karkerên turîzmê bê kar mane. Yahyaoglû dest nîşan kir ku, li Antalyaya ku navenda turîzmê ye bi sedan kargeh deriyên xwe qefilandine û anî ziman ku, tenê li Antalyayê zêdeyî 200 hezar karkerên turîzmê bê kar mane.

'LI BAZARA RÛSAN JI SEDÎ 92 WINDAHIYEK HEYE'

Yahyaoglû diyar kir ku, di 2015'an de li Rûsya û Ewropayê jî krîz pêk hatine û ji xwe ev krîz bandorê li Tirkiyeyê kiribûn û wiha got:"Rageşiyên li hundur, teqînên bombeyî yên li ser hev, pişt re li Hatayê xistina balafira Rûsyayê krîzê tam kûr kir." Yahyaoglû got, dema meriv li rewşa dawî dinihêre, di bazara rûsan de ji sedî 92 windahiyek heye û diyar kir ku, her çiqas behs dikin bi Rûsyayê re krîz hatiye çareserkirin jî, lê ev di aboriyê de xwe nedaye der. Yahyaoglû diyar kir ku, sala 2016'an sala krîza ye û wiha got:"Hîn jî krîz ji holê ranebûye, berkesê wê her diçe kûr dibe. Wisa dixuyê wê di sala 2017'an de jî ev krîz kûrtir bibe."

'10 MILYAR DOLAR WINDAHÎ ÇÊBÛ'

Yahyaoglû dest nîşan kir ku, li tevahiya Tirkiyeyê windahiya sektora turîzmê ji sedî 50'î ye û got, dahat salane ji turîzmê dihat payîn 32 milyar dolar bû, lê belê dema wê windahiya ji sedî 92 ya li bazara rûsan pêk hat bê hesibandin, ev hejmar li 22 milyar dolarî asê dimîne û anî ziman ku, yanî 10 milyar dolar windahî heye. Yahyaoglû anî ziman ku, li Tirkiyeyê reha sereke ji bazarên rûs û almanan pêk tê û wiha axivî:"Li Tirkiyeyê bazara turîzmê ji sedî 40 ji bazara almanan, ji sedî 30 jî ji bazara rûsan pêk tê. Em hem bazara rûsan hem jî ya almanan winda dikin."

'JI SEDÎ 30'YÊ OTELAN QET NEHATIN VEKIRIN'

Yahyaoglû diyar kir ku, bi krîza aborî re li Antalyayê ji sedî 30 otelan deriyên xwe venekirin, ji sedî 10 jê jî piştî sezonê bi mehekê hatin girtin û yên mayî jî ji be rkêmbûna rezervasyonan ber bi tengbûnê ve çûn. Yahyaoglû got, li van kargehên hatin girtin, kareker ji tazmîna kidemê û sîgortaya bêkarîtiyê sûde wernegirtine û diyar kir ku, meaşê bi deh hezaran karkerî nehatiye dayîn û bi sed hezaran karker jî hatine mexdûrkirin. Yahyaoglû wiha got:"Di serdemên pêş de dibe ku bia wayekî zêde kargeh îflas bikin û wê bi sed hezaran karkerên li vir dixebitin bandorê jê wergirin."

'OHAL KRÎZÊ KÛRTIR KIR'

Yahyaoglû dest nîşan kir ku, li Tirkiyeyê krîza aborî, siasî û demokrasiyê berbiçav e û diyar kir ku, sepandinên OHAL'ê krîzê kûrtir kirine û wiha got:"Demildest pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasî û aşitiyê heye. Pirsgirêk bi OHAL û KHK'yan çareser nabe. Niha Tirkiye ne normal e, divê demildest Tirkiye ber bi normalbûyînê ve biçe."