Îsal firoşkar û muşteriyên qurbaniyan ji piyasê ne razî ne

ENQERE - Ji Cejna Qurbanê re 2 hefte man. Ji niha ve heywanên qurbanê û firoşkar li bazaran cihê xwe girtin. Kirîgerên li bazara qurbanan a gundê Muhyeyê ji ber buhayên qurbanan û firoşkar jî ji ber nebûna kirîgeran gilîdar in.

Ji Cejna Qurbanê ya îsal re du hefte man. Li ser banga Serokomar Erdogan tê payîn ku Betlaneya Cejnê 10 roj be. Ji bo zîndekirina aboriyê hewldanên dirêjikirina cejnê didomin, lê wisa dixuyê ku dê westdariya aborî bandoreke neyînî li bazarên heywanan jî bike. Di çarçoveya amadekariyên cejnê de qurban û firoşkar li bazarên ku şaredarî ji bo wan ava kirine cihê xwe girtin. Li gundê Muhye yê Enqereyê Qada Firotin û Serjêkirina Qurbanan hat avakirin. Li vê qada 90 konî ku ji aliyê Şaredariya Çankayayê ve hat avakirin, heta niha hîn nêviyê cihê konan jî nehatiye tijekirin. Şaredarî ji bo cihê konan 3 hezar û 500 lîreyî ji xwediyê heywanan distîne. Buhayê heywanên li konan di navbera 7 hezar û 20 hezar lîreyî de diguherin.

Xwediyê heywanan Mûstafa Yikilmaz, bertek nîşanî polîtîkayên Wezareta Çand û Sewalkariyê da. Yikilmaz, anî ziman ku 2 meh berê wezaretê "serjêkirina heywanên mê" qedexe kiribû û wiha got: "Teqez divê şerjêkirina heywanên mê qedexe be. Lê belê ev biryar beriya cejna qurbanê bi 2 mehan nayê dayîn. Mirovan heywanên mê kirî û xwedî kirin, lê niha nikarin heywanên xwe bifiroşin. Dê ev mirov hemû îflas bikin. Divê wezaret vê yekê bihesibandana."

‘BI BERTÎLÊ RAPORÊ WERDIGIRIN'

Yikilmaz, valahiya li qada bazarê bi biryara dereng a "şerjêkirina heywanên mê" ve girêda û wiha got. "Bi ser de jî gotegoteke wisa derxistin; 'ji ber nebûna heywanên mê buhayê heywanên nêr jî zêde ye'. Mirov newêrin heywanan bikirin." Firoşkarê bi navê Muharrem Gevşek jî, diyar kir ku li gel qedexe heye jî sextekarî tê kirin û wiha got: "Kesên hewyanên wan mê ne 50 lîreyî didin baytar û rapora 'stewr' û 'ne dermale' ye werdigirin û heywanên mê difiroşin."

Firoşkar Îsmaîl Demirbag jî gotinên Wezîrê Çand û Sewalkariyê yên "Li Tirkiyeyê 5 milyon dewar hene" bi bîr xist û wiha axivî: "Ne mumkun e ku li Tirkiyeyê ewqas heywan hebin. Li Gerînendetiyên Bajêr ên Çandiniyê nevenihêrtî heye. Heywanên ku 10 sal berê hatine şerjêkirin hîn jî wek sax bin dixuyên. Gerînendetiya Bajêr a Çandiniyê guharên wan jênekirine û ji ber vê di qeydan de 5 milyon dixuyê." Demirbag, parast ku heke li axuran bê hejmartin dê hejmara dewaran ji milyonekê ne zêdetir be.

‘ŞAREDARÎ XIZMETEKE BAŞ NAKE'

Xweyîkerê heywanan Devlet Karataş jî, anî ziman ku li bazarên heywanan heqê veguhêzkarî, kon, xwarin û vexwarinan zêde buha ye û wiha axivî: "Dema em tên vir her tişt tê de lêçûnên me xwe digihîne 20 hezarî. Şaredarî 3 hezar û 500 lîreyî ji me distîne û beramberî vî pereyî jî tu xizmetê nake. Ava me kêm me, tuwalet berbat in, serşok hene lê ne mumkun e ku mirov xwe paqij bike. Li gel van kêmasiyan jî şaredarî ewqas pereyî ji me distîne." Karataş, dest nîşan kir ku li qada bazarê gelek firsendparêz jî hene û wiha got: "Ava ku li derve bi lîre û nîvê ye, li vir bi 3 lîreyan difiroşin. Li hemberî vê rewşê tu tevdîrên şaredariyê jî tune ne."

Bariş Boyraz - dihaber