Rojnameyên Ereb geşedanên Iraq Başurê Kurdistanê derxistin pêş

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameyên ereban di manşêtên xwe yên îro de mijara Sûriyê, rapora Rêxistina Rojnemavanên Sînornenas, nakokiya di navbera Hikûmeta Îraqê û Herêma Başûrê Kurdistanê wekî mijarên sereke girtin dest.

Rojnameya El-Heyat gotinên Wezîrê Derve yê Rûsiya Sirgî Lavirog ên roja duşmeê weşandin û wiha got: "Hevdîtinên bi Amerîka re ku derbarê Sûriyê de têne kirin gihiştin riyeke girtî. Pêşketina DAIŞ'ê ku li Tedmur (Palmêra) pêk hat dibe ku bi alîkariya Amerîka û hin hevkarên wê yên herêmê pêk hatibe. Ev yek ji bo zextê li Helebê li opoziyonê kêm bike."

Lavordê ku di serdana xwe ya Bilgradê de axivî got ku Rûsiya madeye bi lez bi Amerîka re bike nava hevdîtinan û riyên bi ewle ji bo vekşîna çekdarên Opzosiyonê ji Helebê veke." Di nivîsê de her wiha hate gotin ku Lavrov gotiye ku divê ev yek beriya ku li ser agirbestek li Helebê pêk bê, werin kirin.

Rojnameya El-Sefîr a Lubnanê jî têkildarî rewşa Sûriyê sernavê "Heleb vedigere himpêza Şamê" avêt. Rojnameyê got ku sê hefteyên derbasbûyê têrê dikir ku daî li hebûna çekdarên opozisyonê li Helebê pêk were. 99 ji sedî ji taxên Helebê êdî di destê Arêtşa Sûriyê de ne, ev yek piştî ku çekdarên opozisyonê hilweşiyan pêk hat, wan xwe di qunçikeke li navçeya Başûrê rojava yê taxên rojhilatê Helebê.

Serkeftinên mezin ku Arêtşa Sûriyê bi dest xistine, paytexta Bakurê Sûriyê careke din vegerandin, ev yek veguhezîneke ber bi şerê Sûriyê ye. Bajarê Helebê bajarekî giraniya wê ya aborî hene.

Rojnameya El-Nehgar jî di rûpela xwe yaserke ya îro de bal kişand ser binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî rojnamavnan û rapoa Rêxistina Rojnmavanên Sînornenas ya salane ya derbaêr wê de got: "Rêxistina Rojnamavên Sînornenas di rapora xwe ya salane got ku hejmara rojnamavnên ku li Tirkiyê hatine giritin di sala 2016'an de gelekî zêde bû ye. Zêdebûna hejmara girtina rojnamavnan nandora xwe ji rewşa Tirkiyê digire. Zêdeyî 100 rojnamavan û alîkarên saziyên çapemeniyê hatine giritin."

Rêxistinê her wiha di rapora xwe de got ku îro li Tirkiyê 348 rojnamavan ji wan kesên bi parçeyan kar dikin hene, di cîhanê de girtîne. Ev yek diyar dike ku girtina rojnamavanan 6 ji sedî ji sala derbasbûyî zêdetir bû ye. Girtina rojnamavên pspor 22 ji sedî zêde bû ye û li Tirkiyê jî piştî hewldanan derbeyê çar qatan zêde bû ye.

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî di manşêta xwe de sernavê "Pêşmerge ji bo piştî DAIŞ'ê xendeqên xwe amade dike" avêtin. Di nivîsê de hate gotin ku Pêşmerge xwe ji qonaxa piştî DAIŞ'ê re amade dike û bang li hikûmeta Îraqê dike ku li gorî hevpeymanên beriya opersyona rizgarkirina Mûsilê ku di navbera herdû aliyan de hatine imzekirin tevbigirin.

Di rojnameyên erebî de her wiha bal hate kişandin ser gotinên Serokê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebdî ya li ser vê mijaêr . Heyder Ebadî duh got ku armanca hikûmeta Îraqê kêmkirina hejmara qurbaniyan a di şerê rizgarkirina Mûsilê de ye û tekz kir ku dawîkirina şerê li dijî DAIŞ'ê nîzîk bû ye û wiha dom kir: "Di dema ku Artêşa Îraqê pêş ve çû, daxuyanî derketin ku niyeta pêşmergeyan tuneye ku ji gundên hatine giritine vekişin." Ev yek dibe ku di navbera hêzên kurdî û Îraqî de nakokiyên dijwar piştî DAIŞ'ê derkevin.