JP Morgan, ji rewşa aborî ya Tirkiyeyê nerazî ye

NAVENDA NÛÇEYAN- JP Morgan texmîna xwe yî mezinbûnê ya têkildarî Tirkiyeyê ber bi jêr ve daxist.

Bankavaniya veberhênanê ya John Pîerpont Morgan texmîna xwe yî mezinbûnê ya têkildarî Tirkiyeyê ber bi jê rê ve daxist. JP Morgan, piştî TUÎK’ê duh daneyên 3’yemîn çaryeka GSYH’yê (Hasilaya Nav Welat a Xeyrî Safiyê) daxuyandin, texmînên xwe yî mezinbûnê yên 2016 û 2017’an ber bi jêrê ve revîze kir. Morgan di daxuyaniya xwe yî têkildarî Tirkiyeyê de wiha got: “Daneyên 3’yemîn çaryeka GSYH’yê xeyal binpêkirin û me ber bi revîzekirina texmînên me yî 2016’an û 2017’an ve bir.”

JP Morgan texmînên xwe yî têkildarî mezinbûna Tirkiyeyê, ji bo sala 2016’an rêje ji sedî 2.8’an ber bi 2.5’an ve û ji bo sala 2017’an jî rêje ji sedî 2.8’an ber bi rêje 2.6’an ve revîze kir.