Sûka Kemeraltiya dîrokî li ber îflasê ye!

ÎZMÎR - Sûka Kemeraltiya dîrokî jî, ku yek ji wan cihê girîng ê bazirganiya Îzmîrê ye, ji krîza aborî nesîbê xwe wergirt. Esnafên sûkê gotin, ji ber krîza aborî ew li ber îflasê ne.

Li Tirkiyeyê, ji ber krîza aborî, pêldariya qûra dovîzî û polîtîkayên derve, yek ji wan cihên herî zêde bandorê ji vê krîzê digire jî esnafên Sûka Kemeraltiya dîrokî ya Îzmîrê ye. Esnafên sûkê diyar kirin ku, maliyeta beran zêde bûye, lê belê li gel vê jî ew nikarin zemê bikin û ji ber tunebûna hêza kirînê, ew ji nefirotinê bi gilî û gazinc in. Esnafên Kemeraltiyê gotin, pêdiviya Tirkiyeyê bi polîtîkayên îstîkrariyî û aşitiyê heye.

'FETO BAHANE YE'

Firoşkarê pêlavan Ahmet Ergol anî ziman ku, piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê, ji ber polîtîkayên ku AK Partiyê xistine dewrê, Tirkiye bi her awayî rastî krîzê hatiye û got, li gor salên berê karên wan nêvî nêvî daketiye. Ergol bi bîr xist ku, hikûmet bi bahaneya FETO'yê bi sedan kesî ji kar derxistiye û wiha got:"Dema wisa be, welatî jî nikarin pereyan xerc bikin. Bi vê re, zêdebûna dolarî jî ji hilberîner heta xerîdar, her kesî mahf kir."

'MADEYA XAM GIRÊDAYÎ DOLAR E'

Tekstîlvan Tûrgay Ogûz dest nîşan kir ku, ev 2 salên dawî ye karê wan her kêm dibe û piştî zêdebûna dolarî daketiye sifirê û wiha axivî:"Madeya xam a tekstîlê caw û astar e. Buhayê wan jî girêdayî dolarî ye. Dema dolar zêde bibe, maliyet jî zêde bû." Ogûz dest nîşan kir ku, hêza kirînê ya welatiyan tune ye û wiha got:"Ji ber vê, em nikarin zêdebûna maliyetê li ser firotinê bidin der. Li gor sala çûyîn, herî kêm kar ji sedî 60'î ketiye."

'HIKÛMET ESNAF LI ERDÊ HIŞTIYE'

Ogûz, ji ber ev 5 meh e nikare maliyeta kirê, sîgorte, karkeran bi cih bîne gazinan dike û wiha diyar kir:"Tu piştevaniyeke dewletê ji bo esnafan tune ye. Li ser kaxezê dibe "dayîna krediyê" bixuyê, lê belê KOBÎ'yên rewşa wan baş e, ji vê sûdê werdigirin. Hikûmet esnafên pêdiviya wan bi krediyê heye, li erdê hişt."

'REWŞA COTKAR, KARKER Û KARMEND LI HOLÊ YE'

Mûzaffer Dal ê caw û qatlixan difiroşe jî got, bi giştî kirîgerên wî ji karker, karmend û cotkaran pêk tên û wiha got:"Rewşa cotkar, karker û karmend li holê ye. Bi van mirovan re pere tune ye. Ev rewş di serî de bandorê li me dike." Dal gazin kirin ku, ji roja dolar zêde bûye hema bêje wî tu firotin nekiriye û wiha got:"Her roj bombe diteqin, mirov dimirin, mirov naçin cihê qelebalix. Helbet wê aborî birûxe." Dal dest nîşan kir ku, divê li Tirkiyeyê demildest nêvenga aşitî û demokrasiyê bê tehsîskirin û wiha axivî:"Mirov dimirin. Divê beriya her tiştî dawî li mirinan bê. Taliyê can diçin. Divê ji vê re çareseriyek bê dîtin."

'CÎROYA HERÎ XERAB A 10 SALÊN DAWÎ'

Mesût Sabrî Keleş dest nîşan kir ku, ew 10 sal e esnaftiyê dike û got, wî serdema havînê, krîzên berê jî tê de, bi cîroya herî xerab girtiye. Keleş balê kişand ser fahîşiya zêdebûna dolarî û wiha got:"Zêdebûna dolarî, hemû sektoran herî kêm 10 salan bi paş ve biriye. Ez jî di nav de, hemû esnafên ez wan nas dikim li ber îflasê ne."

Keleş bi taybetî dest nîşan kir ku, divê Tirkiye berê xwe bide îxracatê û wiha got:"Lê em nikarin bi van polîtîkayên derve re bi ser kevin. Divê yên me bi rê ve dibin, dev ji şerê xwe yî bi welatên din re berdin. Mînaka vê ya herî zelal, krîza balafira Rûsyayê ye. Bêyî dawiya wê bihesibînin vê kirin, ya bû bi welatiyan bû. Cotkarên narînciyeyê û turîzmkar îflas kirin."

'KIRÎGERÊN HEYÎ JÎ JI DEST ÇÛN'

Keleş dest nîşan kir ku, ji ber teqîna bombeyên li metrepolan, li gel turîstan kirîgerên wan î heyî jî ji dest çûne û diyalogeke xwe yî bi kirîgerekî xwe yî ewropayî re wiha anî ziman:"Li min geriya û got, 'li welatê we şer heye, li bajar û balafirgehan bombe diteqin, ji ber vê ez ê îsal nikaribim ji te mal bikirim.' Min çi kir û nekir nebû » min mal nefirot. Ka ez êdî bibêm çi."