AMED - Mirov li Tirkiye dijberî banga Erdogan TL yê di destê xwe de ji ber krîza aborî û zêdebûna dolaran dikin dowîz û dolar. Li Amedê, xwediyên buryên dovîzan anîn ziman ku, gel tu qîmetê nade banga Erdogan û tl dikin dolar.
Di demên dawî de her diçe krîza aborî kûrtir dibe. Herî dawî piştî Bankaya Navendî ya Amerîkayê FED'ê biryarên xwe yî faîzê aşkere kir, dolar li hemberî hemî yekeyên pereyî nirxek zêde zêde kir û gihişt 3,54 TL yî. Ev li gel welatiyan, esnafan jî ditengijîne. Ji ber zêdebûna dolarî û bêqîmetbûyîna TL û her dawî biryarên faîzî yên FED'ê, dolar zêdetir bû û li gel vê zêr jî kêm bû. Ev rewş herî zêde bandorê li dovîzkaran û zêrkaran kir.
BANGA ERDOGAN BÊ BERSIV MA
Dovîzkar û zêrkerên Amedê diyar kirin ku ji ber zêdebûna dolar û krîza aborî gel ketiye nava panîkê û pereyên xwe dikin dolar. Xwediyê buroya dovîzan Selîm Parlamiş diyar kir ku karê wan rawestiyaye û vê geşedan bandoreke neyînî li wan kiriye. Parlamiş wiha axivî: "Mirov bi panîk in û dolara distînin. Xesara me jî ew e ku, malê em difiroşin em nikarin şûna wî tije bikin. Yanî mirov dolaran distînin, lê belê xera nakin. Ev jî me dixisirîne. Malê em difiroşin, li me nayê vegerandin û tu bikî nekî ez bi awayekî neyînî bandorê li me dike. Têkildarî vê, banga Serokomar Erdogan a ji welatiya re got dolarê xwe xera bikin jî bê bersiv ma û tu beramberiya wê tune bû."
Parlamiş got, ew texmîn dike ku wê dolar di 2017'an de derkeve ser 4 TL'yî û li gotinên xwe zêde kir ku, ev jî dîmeneke reşbînî nîşan dide.
HER KES DOLARAN DIKIRE
Dovîzkar Şehmûs Yavûz jî anî ziman ku, karê wan rawestiyaye û hema bêje hatine radey êdî naxebitin. Yavûz wiha axivî:"Mirov dolaran xera nakin û karê me rawestiyaye. Krîza aborî bandorê zêde li me dike. Mirov ji ber bêqîmetbûyîna TL, bi pereyên di dest xwe de dolar dikirin. Lê belê, em nikarin şûna malê em difiroşin tije bikin û em di xesarê de ne."
VEBERHÊNANIYA JI BO ZÊR TUNE YE
Li gel zêdebûna dovîz, bereksê wê zêr jî dikeve. Ji ber vê zêrkar jî niakrin kar bikin û ji vê rewşê bi gazinc in. Zêrkar Veysel Sûlar anî ziman ku, rageşiyek li ser mirovan heye. Sûlar wiha domand:"Mirov dibêjin zêr zêde ye, ya perê di dest xwe de dixin bin balîfê an jî li bankeyan radizînin. Ji xwe ji 2007-2008'an ve banke krediyan belav dikin û mirov bi van krediyan an malê an jî erebeyan dikirin û dibin deyndarê bankeyan. Ji ber vê, pere di navbera bankeyan de diçe û tê, li piyaseyê nagere. Dema wisa be, em jî ditengijin. Carinan em nedikarin kirêya xwe ne jî heqê ava xwe bidin. Ev erwş her diçe xerabtir dibe."