ENQERE - Krîza aborî her diçe di jiyana rojane de beloq dibe. Li bazara Încesûyê esnaf ji firotinan, welatî jî ji kêmbûna hêza kirînê bi gazinc in.
Bi zêdebûna dolar û eûroyî re, kûrbûna krîza aborî esnaf û welatiyan ditengijîne. Esnafên bazarê, ji nefirotinê, welatî jî ji nepêkanîna danûstendinê bi fikar in. Li cihê herî kevnare yê Enqereyê, bazara Încesûyê ya her hefte tê vekrin, firoşkar jî û xerîdar jî bi tu awayî ji halê xwe û îstîkrara welat ne razî ne.
'EM LI BER ÎFLASÊ NE'
Serhat Sûndûr ê nêzî 10 sala ye li bazara Încesûyê dezgehê xwe vedide got:"Em li ber îfalsê ne." Sûndûr got, hêza kirînê ya welatiyan tune ye û wiha axivî:"Destmizê asgarî hezar û 300 lîre ye. Wê mirov bi vî pereyî heqê kirê bidin, heqê fatûreyan bidin, wê danûsetendinê bikin, çi bikin? Em di sînorê birçîbûnê de ne. Dovîz zêde dibe, ekonomî serobino bûye."
'ZIVISTANA ME YÎ HERÎ XERAB E'
Li dezgehan sala çûyî kîloya firingiyan bi lîreyekê bû, îsal di navbera 2-3 TL'yî de diguhere. Li gel vê bazarvan Îmran Toksoy got, em tenê roja xwe xelas dikin.
Toksoy ê ku got, piyase rawestiyaye wiha domand:"Dema li gel mirovan pere tune be, firotin jî çênabe. Kirîgerê normal 2-3 kîlo firîngî dikirî, îsal nîv kîloyî dikire. Ji kîloyekê zêdetir kes nakire. Firoşkar zivistana xwe yî herî xerab dijîn. Em heta êvarî vala rûdinên."
'POLÎTÎKAYA HIKÛMETÊ ANÎ VÊ REWŞÊ'
Cafer Unsal ê li bazarê dezgeh vekiriye jî wiha axivî:"Heta êvarî em vala rûdinên, xweşikî tu kes danûstendinê nake. Sermayeyê xelas nake. Qezenca me yî meha ne jî, li mesrefên malê diçe. Dahateke ekstra tune ye, danûstanedin sifir e. Ev westadrî hemû ji ber polîtîkayên hikûmetê ne."
'EM Ê DOLARÊ KU TUNE BE ÇAWA XERA BIKIN'
Welatiya bi navê Dîlek Tercan jî got, ew bi sala ye ji bazarê danûstendinê dike. Tercan diyar kir ku, li gor salên çûyî buha zaf zêde bûne û wiha axivî:"Em du beran dikirin, perê me diqede. Hemû pereyê me li xazê, elektrîk û avê diçe, tiştek di destê me de namîne. Ev erwş her diçe ber bi xerabiyê ve diçe. Û tew Serokomar dibêje dolarê xwe xera bikin. em ketine derdê, em ê çawa meha xwe xelas bikin, em ê dolarê ku tune be çaw axera bikin."