AMED - Aborînas Erhan Bîlgen, têkildarî krîza aborî îlana “seferberiya neteweyî” diyar kir ku kriza aborî be ferman û gefan rast nabe. Bîlgen li ser tedbîrên Serokomar Erdogan jî rawestiya û got: “Yên dolar hûr kirin Euro kirîn. Di encamê de îktîdar dê teslîmî zagonên reel a kapitalizmê bibe.
Tirkiye piştî şerê navxweşî û polîtîkayên Tirkiye yên derve ket nava krîza aborî. Li ser vê yekê Erdogan bang bang li gelê Tirkiye kir û xwest dowîzên bin balîfên xwe hûr bikin û bikin pereyên tl. Herî dawî Erdogan û hikûmetê ji ber qrîza aborî wekî “seferberiya netneweyî îlank kir. Têkildarî rewşa aborî ya Tirkiye Aborînas Erhan Bilgin, anî ziman ku ji ber pêdiviyên karsaz û razemeniyên derve Enflasyon zêde bûye.
Bîlgîn, anî ziman ku ji ber pêdiviyên pereyên nakît, bê îstîkrariya eboriyê, û polîtîkayên Tirkiye yên bi cîranan re krîza aborî li Tirkiye zêde bûye û wiha got: “Ger ku Tirkiye ji bo kesên dowîzan bikar tîne zagonên cezakirinê derxe jî dê dîsa dowîz bikar bînin. Dê dîsa teslîmî pîvan û daxwazên kapîtalîzmê bibin. Ji ber ku êdî Tirkiye jî bûye perçeyekî pergala kapîtalîst a navneteweyî. Sedema bingehîn a van krîzan rêjeya qezencê kêm dibe û êdî nikarin sermayeyê kom bikin. Ji bo krîza aborî çareser bibe divê mafê çîna karkeran ên ked, civakî, ewlehî bê dayîn û şert û mercên wan bên guhertin. Kesên razemeniyê dikin ji ber êdî razemeniyê li welatên din dikin faîzên krêdiya navneteweyî zêde dibin. Ji ber vê yekê li Tirkiye razemenî kêm dibe. Bandora şer û bê îstîkrariyê li ser razemeniyê zêde ye. Bi dehan caran hat ditin ku qeyrana aborî dê herî zêde bandorê li kedkaran bike. Ji niha de li gorî daneyên fermî yên 8 mehên 2016'an 300 hezar karker ji karê xwe mahrûm man û niha betal in. Ev hêj mar niha gihiştiye 500 hezar kesan. Qeyrana aborî bi xwe re artêşa betalan ava dike. Krîza baroî dê bêtir bandorê li ser mafê çîna karker û kedkar bike. Dê mafê wan ê ked, tenduristî, civakî û ewlehiyê ji destê wan bigire. DYA, Almanya û Îngîlîstan mînaka vê yekê ye.
Serokê DYA’yê Trump nûnerê hemû sermayeya serdest e. Neçariya sermayeyê ya li dijî vê krîzê dê tevgerek neyînî zêde bike. Xizani, betalî û şer dê
Li Tirkiye hikûmet û Serokomar ji hev cuda tevdigerin. Hikûmet ketiye nava bêçaretî û panîkê. Lê Serokomar dixwaze bi ferman û gefan çareser bike. Nêzîkatiya Serokomar ji rastiyê dûr e. Serokomar her çend dûrî rastiyê tev bigere û bêje dê krîz di ser me re derbas bibe û fermanê bide ku dowîzan hûr bikin û bikin TL jî dê taliya talî îktîdar teslîmî rastiya kapitalizmê bibe. “
Bîlgen, anî ziman ku 6 sedemên krîza aborî ya Tirkiye heye û wiha got: “1- Pêdiviya razemeniya derve. 2 -Pêwistiya îthala zêde, 3-Zêdebûna Enflasyonê, 4-Pêdiviya tesarûfa nakît, 5-Bê îstîkrariya aboriyê û 6- Şert û mercên şerê li ser sînorê Tirkiye bandorê li ser krîza aborî dike. Ji ber vê yekê welatî û esnaf her çend dowîz hûr bikin û bikin TL jî zêde bandorê nake.