Welatiyan hêviya xwe bi piyangoyê ve girêda

STENBOL- Ji ber rewşa aborî ya Tirkiyeyê û zêdebona betaliyê ya her diçe zêde dibe, yên tiştên hêvî dikirin bi dest nexistin, niha jî hêviya xwe bi piyangoyê ve girê dan.

Ji sersalê re çend roj man. Welatiyan hêviya xwe bi Peşka Îkramiyeya Mezin a Sersalê ya her sal ji aliyê Îdareya Piyangoya Mîlî ve tê lidarxistin ve girêdan. Peşka ku îkramiyeya wê îsal 60 milyon TL ye, wek her sal welatî li ber Gîşeya Nîmet Abla ya li Emînonuyê ye dikevin rêzê û îsal jî ji niha ve li ber wê rêz û dorên dirêj çêdibin. Li ber gîşeyê me mîkrofon dirêjî welatiyan kir û diyar kirin ku, sedema kirîna wan î bilêtên piyangoyê, ji ber krîza aborî ya welat e.

Dema me ji welatiyan pirsî "Hûn ji bo çi bilêtê dikirin?", bersiva hevpar a her kesî; betalî û buhabûna şert û emrcên jiyanê bû. Hin welatiyan jî diyar kir ku, heke bilêta wan lê bixe, ew ê welat terk bikin.

Emekdar Îsmaîl Hakki got, mal wî bikê re û anî ziman ku, ew heta 73 saliya xwe xebitiye, da pêşerojeke bi aram ji bo zarokên xwe biafirîne û pêkanînên dijî wiha pûxte kir:"Ev der Tirkiye ye, dolar îro zêde dibe, sibê dikeve, yanî nediyar e wê çawa bibe. Şert û mercên jiyanê zaf xerab in. Li vî welatî em nikarin tiştekî jî bikin, dest pêyê me girêdayî ye. Li welat qanûn tune ye. Ka em jî çi bikin, bilêtê dikirin, hêvî ka tu yê bêjî çi."

‘HEKE DERKEVE EZ Ê WELAT BITERIKÎNIM'

Xwendekarê zanîngehê Velî Kartal jî got, heke bilêta wî lê bixe ew ê Tirkiyeyê biterikîne. Mahmût Yesûl jî, bi hêviya wê siûda wî bîne ji Kartalê ji bo kirîna bilêtê hatiye û diyar kir ku, heke îkramiye ji wî re derkeve, ew ê alîkariya heywanên li kuçeyan bike.

‘EZ Ê BETALAN TÊXIM KAR'

Alî Erol jî anî ziman ku, li Tirkiyeyê ji ber rewşa aborî gelek fabrîqe hatine girtin û ji ber vê betalî zêde bûye. Erol diyar kir ku, dema betalî zêde bûye, mirova hêviya xwe bi piyangoyê ve girêdane û wiha got:"Wek hûn dibînin, her kes li ber piyangoyê ye. Heke ji min re derkeve, ez ê alîkariya mirovên pereyên wan tune ne bikim, alîkariya cînarên xwe biim. Heke îkramiyeya mezin derkeve, ez ê fabrîqeyekê vebikim, betalan bigirim kar û ez ê ji destmiza asgarî bêtir bidim wan."

‘EM JI XWARINA XWE KÊM DIKIN BILÊTÊ DIKIRIN'

Piraniya kesên me mîkrofon dirêjî wan kir, pirsgirêka wan î hevpar pêşî kirîna malekê û paşê dayîna deynên xwe ye. Adem Kiyak jî, yek ji wan welatiyên deyndar e. Kiyak wiha axivî:"Dema îkramiye derbive ma mirov ê çi neke... Deynên min hene, pêşî ez ê deynên xwe bidim, malekê bikirim. Yê mayî jî, heke bikarim ez ê alîkariyê bikim. Em ji xwarina xwe kêm dikin, tên vê dikirin. Sale carekeê ev siûd heye û em her sal tên diceribînin."

‘BÊHÊVÎ ME ÇIMKÎ ŞER HEYE'

Elîfe Altûnbûlaka sêwazî jî dibêje, heke îkramiye jê re derkeve ew ê Mala Cemê û mizgeftekê çêbike. Mahmûre Çevîrmen jî dibêje, ew ê alîkariya extiyar û zarokan bike. Çevîrmen sedema kirîna bilêtê, wek bêhêvîtiyê, sedema bêhîvtiyê jî wiha tîne ziman: "Şer, rewşa welat, krîza aborî, va hûn dibînin em perîşan in."

KESÊN BI YEWMIYA XWE YÎ ROJANE BILÊTÊ DIKIRIN

Nûrten Guler jî bi ken dibêje, heke bilêt jê re lê bixe ew ê xelas bibe, heke lê nexe tiştekî ku bikin, tune ye. Eylul Ozdemîr ê li ber gîşeyê bi awayekî seyyar bilêtan difirşoe jî anî ziman ku, ew 6 sal e bilêtan difiroşe û got bilêt bi buhayekî zêde tên firtoin û wiha axivî:"Wê mirov çi bikin ma, bêhêvîtî heye û mirov dibêjin 'siûd' û yewmiyeya xwe yî rojane didin bi bilêtan."