6 mîlyon û 500 hezar mirov li Tirkiye betal digerin

NAVENDA NÛÇEYAN - DÎSK-AR'ê encama daneyên TUÎK’ê ya serdema Tebaxa 2016 an nirxand û diyar kir ku di 5 salên dawî de sal bi sal betalî zêde dibe û îsal belatî zêdetir bûye. DÎSK-AR'ê destnîşan kir ku di salekê de 435 hezar kes betal man û bi giştî li Tirkiye hêjmara betalan gihişt 6.5 milyon mirov.

Enstîtuya Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger a Tirkiye (DİSK-AR), rapora Mijdarê ya 2016'an a bi navê "Betalî û debar" bi raşa giştî re parve kir. DÎSK-AR'ê daneyên (TUİK) ku duh bi raya giştî re parve kir nirxand û diyar kir ku betalî îsal li Tirkiye ji 5 salên dawî zêdetir bûye. Li gorî daneyên TUİKê îsal betalî li gorî salên par 1,2 puan zêde bûye û derketiye ji sedî 11,3’an. Li gorî daneyên TUÎK'ê di nava 5 salên dawî de rêjeya betaliyê herî zêde îsal zêde bû. Li gorî rapora Tebaxê di nava salekê de 435 hezar mirov betal man. Di sala 2012'an de rêjeya hêjmara betalan 9,2 bû di tebaxa 2016’an de ev hêjmar derket 11,3’an. Li gorî daneyên serdema tebaxa 2016'an derketiye 19,4'an. Herî dawî li gorî daneyên tebaxa 2016’an hêjmara betalan derketiye 6 mîlyon 500 hezaran.

HERÎ ZÊDE JIN BETAL MAN

Li gorî rapor û daneyan herî zêde jin betal man. Hêjmara jinên betal gihşt ji sedî 20,7’an. Hêjmara betalên ciwan jî gihişt ji sedî 24,1'an. Li gorî rapora Tebaxa 2016’an herî zêde karkerên çandiniyê betal dimînin û zêdetir karkerên ciwan ên temenê wan di navbera 15-24 salî de betal dimînin.

JI SEDÎ 65 KESÊN BETAL JIN IN

Li Tirkiye bi giştî 3 milyon û 493hezar mirov betal digerin û ji vana 2 mîlyon û 2 hezar mêr û 1 mîlyon û 491 hezar jî jin in. Di 2 salên dawî de 549 hezar betal zêde bûn. Hêjmara jinên betal gihişt 358 hezar jinan.

DI QADA SANAYÎ Û ÇANDINIYÊ DE BETALÎ ZÊDE DIBE

Yek ji qadên ku betalî lê zêde bûye jî qadên çandinî û sanayê ye. Di vê qadê de jî li gorî sala par 323 hezar karker betal man. Di salek dawî de di qada çandiniyê de 257 hezar, di qada sanayê de 53 hezar karker betal man. Li gorî daneyên giştî yên TUÎK'ê bi giştî li Tirkiye 6,5 mîlyon mirov betal man.