Ji bo welatî dolarên xwe hûr bikin, hikûmet serî li hemû rêyan dide

ENQERE – Hikûmet û Serokomar ji bo welatî dolarên xwe hûr bikin serî li rêbazên balkêş didin. Serokomar û hikûmet bi rêya otobusên nav bajêr ên Enqereyê nivîsa "Kî 100 dolarên hûr bike û fatûreya wê bîne, dê belaş li otobûsê siwar bibe" dixwaze welatî dolarên xwe hûr bikin.

Li Tirkiyeyê piştî şerê navxweyî pêş ket û kûr bû, krîza aborî jî kûr dibe. Di demên dawî de bi taybetî ji ber Dolar li hemberî TL buha û bi qîmet dibe, Serokomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan wiha bang li welatiyan dike: "Dovîzan ji bin balifan derxin û hûr bikin. Dolaran bikin TL û zêr." Li ser banga Erdogan, ajokarên otobusan yên li Enqereyê ji bo welatiyan teşwîqî hûrkirina dolaran bikin, serî li rêbazên cuda dan. Ajokarên otobusên taybet ên gel û yên aaredariyê Enqereyê nivîsa ‘Kî 100 dolarî hûr bike û fatureya wê ji me re bîne, dê bêheq li otobûsê siwar be’ nivîsandin.

Ferit Dere - dîhaber