NAVENDA NÛÇEYAN - Commerzbanka Almanî têkildarî aboriya Tirkiyeyê de raportek amade kir û got: "Aboriya Tirkiyeyê têk diçe"
Commerzbanka Almanî der barê aboriya Tirkiyeyê de rapora bi navê "Aboriya Tirkiye têk diçe" belav kir. Commerzbankê di raporê de cih neda reqemên demsalî û li gorî hisabê xwe ev çêkiriye. Di rapora Commerzbankê de hat gotin ku Saziya Îstatîstîk a Tirkiyeyê (TUİK) doneyên xwe yên mezinbûnê ji demsaliyê paqij kirine. Li gorî ekonomîstan bi vî hisabî ekonomiya Tirkiyeyê di çaryeka sêyem de li gorî sala 2015'an ji sedî 4.5 biçûk bû. Ji aliyê din ve Saziya Îstatîstîk a Tirkiyeyê (TUİK) di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku di aboriya Tirkiyeyê di çaryeka sêyem a asta salane de ji sedî 1.8 biçûk bû. Li gorî Commerzbankê ev biçûkbûna aboriyê ji sedî 4.5 e û di asta felaketê de ye û wiha got: "Bifikirin ku heman ekonomî di hersê çaryekan de jî biçûk dibe û ev jî di çaryeka duyemîn a sala 2017'an de salane ji sedî 16.8 dike." Li gorî Commerzbankê aboriya Tirkiyeyê wê bi bandora bingeha kêmbûnê têkeve sala 2017'an û pir zahmet e ku aboriya di sala 2017'an de ber bi mezinbûnê ve biçe.