Zeytûn li Tirkiye qîmeta xwe winda dike

ÎZMÎR - Zeytûn ku yek ji çavkaniya aborî û xwarinê ya Tirkiye ye, sal li sal bereket û qîmeta xwe winda dike. Li gorî daneyên 10 salên dawî li Tirkiye Zeytûn sal bi sal bê qîmet dibin.

Fêkiyê Zeytûnê ku di aboriya cîhanê û Tirkiye de pir giranbuha ye û yek ji xwarina sereke ya mirovan e, li Tirkiye sal bi sal qîmeta xwe winda dike. Zeytûn ku hem di aliyê tenduristiyê de û hem jî di aliyê xwarin û aboriyê de pir giranbuha ye, di aliyê çand û baweriyê de jî cihekî taybet digire. Zeytûnên ku di heman demê de sembola aştiyê ne, li cîhanê sal bi sal qîmetê wan zêde dibe, lê li Tirkiye di 10 salên dawî de qîmeta xwe winda dike.

Zeytûnên ku di cîhanê de ji sedî 95'ê wan li hewzaya Derya Sipî ne, nêzî 1 mîlyar darê wan hene. Ji Yek milyon darên zeytûnan nêzî 18 mîlyon ton hilberîn tê kirin. Ji ber ku Tirkiye jî li ser vê hevzeya Derya Sipî ye, bi taybetî li Ege û bi gelemperî li gelek bajarên Tirkiye zeytûn tên çandin û hilberîna wan tê kirin. Li Tirkiye tevî cureyên Ayvalik, Gemlik, Tavşan Yuregî, Nîzîp û Dêrikê zêdeyî 90 cureyên zeytûnan tên çandin.

Li gorî daneyên 5 salan ên cîhanê Zeytûnên xwarinê 2.5 milyon ton tên hilberandin. Ji bo zeytê jî di cîhanê de 3 mîlyon ton tên hilberandin. Di cîhanê de welatên Yekîtiya Ewropa di qada zeytûnên xwarinê de bi 851 tonan di rêza yekemîn de cih digire. Tirkiye jî di qaza zeytûnên xwarinê de bi 338 hezar tonî di rêza 5’emîn de cih digire. Îspanya di qada zeytê de bi 2 milyon tonan di rêza 1'emîn a welatên cîhanê de cihê xwe digire. Tirkiye jî di qada zeytê de bi 190 hezar torî di rêza 8'emîn a cîhanê de cih digire.

HILBERÎN HEYE ÎXRAC TUNE

Tirkiye li gel ku di qada hilberînê de di rêza 5'emîn a Cîhanê de cih digire jî di warê îxracatê de di rêzên dawî de cih digire. Li gorî daneyên 5 salên dawî Tirkiye salê 250 hezar toı zeytûnên xwarinê li nava Tirkiye serf dike. Salê herî zêde 50 hezar ton zeytûn îxracat dike. Di qada zeyte de jî li gel salê 190 hezar ton zeyt hildiberîne salê 90 hezar ton zeyt difiroşe derve. Her sal ji sedî 62 zeyta li Tirkiye tê hilberarandin li YE'ê tê serkirin. Ji sedî 9 li DYA'yê tê xerçkirin. Li Yewmenîstanê serê şexs salê 24 litre zeyt li Îspanya û Îtalya serê şexs salê 14 li Tunus, Portekiz, Lubnan û Suriye salê 8 litre zeyt tê xwarin. Li tirkiye jî salê salê 1,6 lître zeşt tê xwarin.

TIRKIYE PIŞTGIRIYÊ NADE RENÇERÊ ZEYTÛNAN

Li gel ku Tirkiye di aliyê çandiniya zeytûnan de pêşketî ye jî ji ber ku dewlet piştiriyê dane rençberê zeytûnan, hilberîna wan bi qasî tê xwestin ne zêde ye. Ji bo hemû hilberînên çandiniyê bac (KDV) ji sedî 1 e, lê bac (KDV) ya zeytûnan ji sedî 8 e.

HER SAL 10 HEZAR DARÊN ZEYTÛNAN TÊN BIRÎN
Li Tirkiye li şûna darên zeytûnan bê parastin, her sal darên zeytûnan tên birîn û li şûna wan înşaet û fabrîqe tên avakirin. Dîsa ji bo rê dar tên birîn. Tenê ji bo rêya Îzmir Bûrsayê heta niha 200 hezar darên zeytûnan hatin birîn. Dîsa li gundê Yirca yê Soma ya Manîsa di şevekê de 7 hezar darên zeytûnan hatin birîn.

ZEYTÛN DI CÎHANÊ DE HERÎ ZÊDE LI TIRKIYE ERZAN E

Rênçberê Zeytûnan Musa Çiftçî, diyar kir ku ji bo hilberîna çandiniyê herî zêde pêdiviya wan bi mazot û gubre heye û wiha got: "Lê ev jî pir buha ye. Li aliyekî gubre û mazot buha ye. Li aliyê din zeytûn erzan in. Divê berî her tiştî kesên navbênkar û komîsyon bên rakirin. Herî zede kedê em didin. Herî zêde em dixebitin. Lê kesên elaf ango komîsyonê dikin ji her kesî bêtir pere qezenç dikin. Elaf (Komîsyon) ku kîloyê bi 1 TL ji rençberan distîne li bazarê bi 10 TL difiroşe. Divê navbênkar ji navbera hilberîner û berxwiran (Serfkar) derkeve."

DEWLET PIŞTGIRIYÊ NADE

Çiftçî da zanîn ku li hemû welatan dewlet herî zêde piştgiriyê dide rençberan, lê li Tirkiye dewlet piştgiriyê nade rençberan. Karkera baxçeyan Sevilay Çoban jî anî ziman ku her sal ji bo debarê wekî pale di baxçeyên cîranan de dixebitin û ji ber zeytûn bi erzanî tê firotin hem karker û hem jî berçber zerarê dikin û nikarin debara xwe bikin.