ÊLIH - Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên şer û pirsgirêkên aborî serdana şûnwarên dîrokî nayê kirin û girêdayî wê sektora turîzmê jî rawestiya ye. Li navçeya dîrokî ya Heskîfê jî, ji ber vê yekê hemû çalakiyên turîzmê rawestiyane. Esnafên navçeyê ku nikarin kar bikin, diyar kirin ku ji ber vê qirîzê hatine asta topavêtinê.
Li bajarên heremê û Tirkiyeyê ji ber polîtakayên şer yên tên meşandin, di her warî de krîz xwe daye der. Krîza aborî û şerê tê meşandin yekser bandora xwe li ser sektora aborî û turîzmê jî dike. Li navçeya Heskîfa Êlihê ya xwedî dîroka 12 hezar salî, ku bi tunebûnê re rû bi rû maye, li navçeyê pirgirêkên aborî û turîzmê derketine asata herî jor. Li aliyekî navçe ji mirvan tê xalîkirin û li aliyekî jî bi krîza aborî re rû bi rû maye. Beriya şikeft û keleha Heskîfê ji turîzmê re bên girtin, her sal bi hezara welatî û turîst serdana wan cihên dîrokî dikirin û li navçeyê liv û tevgera mirovan hebû. Lê piştî ev cihên dîrokî hatin girtin, serdana turîst û welatiyên heremê jî kêm bû. Niha jî esnafê navçeyê li dijî krîza aborî têdikoşin û her wiha gelek esnafan jî ji ber nebûna kar, derabeyên kargehê xwe daxistine.
Li şûna hemû şûnwarên dîrokî ji turîzmê re bên vekirin, lê li navçeya dîrokî her diçe ji turîzmê re tê girtin. Ji ber vî awayî li navçeyê hemû çalakiyên turîzmê, hema bêje hatiye rawestandin. Esnafên navçeyên jî diyar kirin ku, krîza aborî ya li Tirkiyeyê bandorek mezin li ser wan dike û gotin, ew hatine asta topavêtinê.
‘ŞER Û KRÎZÊ DERIYÊN HESKÎFÊ DAYE GIRTIN’
Esnafê bi navê Şakir Oztekîn yê ku ev 30 sal e li navçeyê esnaftiyê dike dest nîşan kir ku, ew wek esnafên Heskîfê niha ji hal ketine û wiha got: “Her ku diçe têkçûnek aborî tê jiyîn. Ez dikarim bêjim niha ji sedî 80, em dixisirin. Bi zor û heft bela em xwe li ser piya digirin. Her roj, em bi şerekî nû û têkçûneke aborî re rû bi rû dimînin. Her roj dovîz radibe û em ketine rewşek ku nikarin kar bikin. Em hatine ber topavêtinê.” Oztekîn bang li hikûmetê kir ku, da rewşa aborî sererast bikin, şer û xwîna tê rijandin bidin rawestandin û wiha got: “Em hêvî dikin ku di demek kin de aramî bê ser axa me. Ji ber vî şerî niha em rastî krîzeke aborî ya cidî hatine. Ez dikanê vedikim, lê ez carinan siftehê jî nakim. Ji ber polîtîkayên şer ne gelê heremê û ne jî turîst nayên Heskîfê û li derê me nadin. Em nikarin deynên xwe bidin. Min dikanek xwe girt, eger wisa dewam bike ez ê vê dikana xwe jî bigirim.”
‘TEKANE ÇARE PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ YE’
Esnafê bi navê Murat Tekîn jî balê kişand ser pirsgirêkên aborî û wiha axivî: “Ev krîza aborî ji sedî sed li ser me bandor dike. Kes nikare tiştekî bikire û bifiroşe. Ji ber şer, krîza aborî û çêkirina Bendava Ilisûyê, di qada civakî û aborî de em zehmetiyên mezin dikişînin û tengav bûne. Bi polîtîkaya xalîkirina ji mirovan niha jî krîza aborî xwe spartiye deriyê me. Bi hejandina krîza aborî re em jî hejiyan. Ji ber pirsgirêkên aborî sed qat karê me sekinî. Çareserî îstîkrar e. Çareya herî mezin jî ew e ku carek din riyên muzakere û diyalogê bên vekirin û destpêkirin, da em bikaribin aştî û çareseriyê biaxivin. Eger ku em dîsa vegerin pêvajoya çareseriyê, dê hemû qeyran û krîza aborî jî bê çareserkirin.”
Bîlal Guldem - dîhaber