STENBOL- Yek ji navendên aboriya Stenbolê ya girîng jî ÎSTOÇ e. Ji ber pêldariya aboriya Tirkiyeyê, esnafên ÎSTOÇ'ê rastî rojên zor û zehmet tên. Esnafên ku westdariya aboriyê şibandin nepoxê û anîn ziman ku li ber teqandinê ye wiha axivîn: "Helbet em li benda rûxandinekê ne, ber bi hundur ve rûxandinek heye. Ji bo mirov vê nebîne, divê ehmeq be."
Nediyariya siyaseta derve û hundurîn û rîskên kûreyî, bi awayekî neyînê bandora xwe li ser aboriyê didomînin. Esnafên Çarşiya Tomerkarên Stenbolê (ÎSTOÇ) anîn ziman ku, ew rastî rojên zor û zehmet tên. Li çarşiya ku pel jî naheje, esnafan got, ew carinan bêsifteh vedigerin malê.
'MUŞTERÎ MAL NAKIRIN'
Ji esnafên ÎSTOÇ'ê Nevzat Çîftçî diyar kir ku, ew bi awayekî cidî rastî tengasiyan tên û wiha got: "Dolar zêde dibe, buhayê mazotê zêde dibe, heta tu bêjî pereyên piran zemê dixwin, êdî em ji nav dernakevin. Muşterî mal nakire, ji dêvla 5 kîloyan 3 kîloyan dikire." Çîftçî ragihand ku, dibe ev rewş heta dawiya meha çileyê wisa bidome û got, madeya xam girêdayî dovîzê ye, pêldariyên dovîzê maliyetê zêde dikin û taliyê karê wan kêm bûye.
‘NE DIYAR E WÊ SIBÊ ÇI BIBE'
Çîftçî ragihand ku, ji ber endîşeya jiyanî mirov dev ji danûstendinê berdane û wiha got: "Ne diyar e wê çi bibe. Ne diyar e, wê sibê li welat çi bibe. Belkî vê derê jî bombe bikin, ku ev jî dibe sedema tirsê. Dolar û şer zaf bandorê li ser me kir. Yanî em jî ditirsin biçin derekê, em ditirsin tiştekî bikin. Em ji bo zar û zêçên xwe ditirsin." Çîftçî anî ziman ku, berê hemû esnafan dikanên xwe tije mal dikirin, lê belê niha bi qasî ku karibe bifiroşe mal tîne û wiha domand: "Şorbeyek dikele, em têr dibin. Yên li derve dimînin hene, yên kar nakin hene. Herêma Anatolyaya Rojhilat bi temamî çû, ew qet kar nakin. Divê ji vê re çareyek bê dîtin. Divê bibijin bes e. Niha em bi tirsê dijîn, em nêvî sax, nêvî mirî ne, li ser striyan disekinin. Em di warêd erketina derve de dudilî ne. Tirsa mirina bi bombeyekê heye."
'JI SEDÎ 40 ÎTHALAT KETIYE'
Mûstafa Kocatepe yê li ÎSTOÇ'ê veguhêzkeriyê (neqliyekerî) dike, ji ber ev 3 meh e hema bêje karê wî bi temamî ketiye bi gilî û gazinc e. Kocatepe wiha axivî: "Ev nêzî 20 salî ye ez vî karî dikim. Malûm krîza aborî, krîza siyasî, pirsgirêkên li welat tu bikî nekî dibe sedema tengasiyan. Em jî êşa wan briyarên siyasî yên tên girtin dikêşin. Ji ber aboriya Tirkiyeyê li ser îthalatê ye, tu bikî nekî em veguhêzker jî di warê berên îthalî de, bi tengasiyan re rû bi rû dimînin. Bi awayekî cidî berên îthalî kêm bûn. Di karê me de nêzî ji sedî 40 kêmbûnek, ketinek heye." Kocatepe endîşeyên xwe wiha rêz kir: "Ne di wê fikrê de me ku, ev de rji bo zarokê me welatekî ewle be. Pere ji tirsê hez nake, pere doza bendereke (lîman) ewle dike. Bi taybetî jî, veberhênanên biyanî, heke welatekî ewle nebe, veberhênaniyê nakin."
'KAR RAWESTIYA'
Ji esnafên çarşiyê Azîz Dede anî ziman ku, ji roja pirsgirêka Sûriyeyê derketiye holê heta niha, krîzeke mezin rû daye. Dede ê ku got, "Em di baziragniyê de rehjen (nebz) in, dema li Tirkiyeyê krîzeke aborî hebe sîrayetî me dike. Kar bi temamî rawestiyaye. Girêdayî hev e, wek xelekekê bandorê li her kesî dike" dest nîşan kir ku, roja dovîz zêde dibe karê wan dikeve.
'WELATÊ ME LI CÎHANÊ BI TENA SERÊ XWE MAYE'
Esnaf Temel Ozgenel jî wiha got: "Ji ber hemû piyase girêdayî dovîzê ye, her cure tevgerîn û pêldarî bandorê li piyaseya me jî dike. Ev 25 sal e ez vî akrî dikim. Heke hin derdor bêjin başe, ne rast e, tenê xwe dixapînin. Ez behsa aboriya Tirkiyeyê dikim. Wek nepoxê nepixiye, roja biteqe, em ê hemû bi hev re biteqin. Helbet em li benda rûxandinekê ne, ber bi hundur ve rûxandinek heye. Ji bo mirov vê nebîne, divê ehmeq be."
'TENGASÎ PIŞTÎ 7'Ê HEZÎRANÊ DEST PÊ KIRIN'
Bekîr Demîrok ê ku karê veguhêziyê dike jî got, ewil buhayê mazotê zêde bûye, tu bikî nekî bandorê li ser hecma kar jî dike. Demîrok ê ku pirsî, "Buhayên pirê zêde bûn, wê jî bandor li me kir. Ji ber vê veguhêziyên me kêm bûn. Dîsa em dixebitin, wekî din em ê çi bikin?" wiha diyar kir: "Ev tengasî piştî 7'ê hezîranê dest pê kirin. Ji wê hilbijartinê dest pê kir, heta roja îro. Şerê navxweyî yê Sûriyeyê serobin kiriye û bombeyên li Tirkiyeyê diteqin, zaf bandorê li ser karê me dikin."
'11 MEH E KAR WESTDAR E'
Adem Dînçê veguhêzkar jî ji ber westdariya karê wan û zêdebûna buhayên mazotê bi gilî û gazinc e. Dînç dest nîşan kir ku, mazot gihaştiye 5 lîre yî û wiha domand: "Li gor sala çûyî, ez dikarim bibêjim îsal xerabtir e. Ez ajokarekî 23-24 sala me. Yanî ez vî akrî ji zûv de dikim. Sala çûyîn hinekî baştir bû. Kêm zêde ev 11 meh e kar rawestiyaye. Heke bombe bandorê lid ewletê dikin, li me jî dikin. Ji yên mezin mezin, ji yên biçûk biçûk diçe."