EDENE - Cotkarên edeneyî diyar kirin ku, heke bêîstikrariya aborî ya li Tirkiyeyê bidome, ew ê li nav zeviyên xwe nikaribin karê çandiniyê bikin û gotin, ew li ber îflasê ne.
Cotkaran jî nesîbê xwe ji krîza aborî ya li Tirkiyeyê wergirt. Endezyarê Zîraetê Suleyman Çagatay anî ziman ku, bi zêdebûna dolarî re ketanên çandiniyê li dor rêjeyeke ji sedî 15-20'î zem xwarine û got, ketanên çandiniyê bi awyaekî zêde bandorê li ser cotkaran dike.
DIVÊ TIRKIYE POLÎTîKAYÊN XWE YÎ ÇANDINIYÊ DI BER ÇAVAN RE DERBAS BIKE
Çagatay anî ziman ku, niha wisa dixuyê wê tesîra ketanan di 2017'an de jî xwe bide der û wiha got: "Em îsal li benda krîzeke cidî ne. Çimkî cotkar di warê hilberînê de bêbiryar e. Sedema wê jî, maliyeta hilberînê zêde ye û buhayê tbanî yê beran jî kêm e. Cotkar dixisirin." Çagatay bi bîr xist ku, gubre, derman û lêçûnên din girêdayî dolar in û dest nîşan kir ku, bêîstikrariya dolarî bandorê li ser hilberînê jî dike. Çagatay wiha axivî: "Heke li welat bêîstikrariya aborî bidome, wê cotkar niakribe çandiniyê bike. Wê fîrmayên mezin ên gubre û dermanan jî ji Tirkiyeyê vekişin. Divê Tirkiye demildest polîtîkayên xwe yî çandiniyê di ber çavan re derbas bike."
'COTKAR HETA QIRIKÊ DI NAV DEYNAN DE YE'
Cotkar Mazlûm Ayaydin anî ziman ku, cotkar roj zor û zehmet derbas dikin û got, serdema borî, ji ber nebûna îxracatê cotkar xisirîne. Ayaydin got, cotkar heta qirikê di nav deynan de ne û dest nîşan kir ku, cotkar lêçûnên xwe yî hilberînê bi deyn dikirin û gelek cotkar jî îflas kirine. Ayaydin wiha domand: "Zêdebûna dolarî bandorê li me dike. Gubre, derman û toxim zem xwarin. Lêçûnên me yî zêde, zêdetir bûn."
'COTKAR DIPERPITE'
Ayaydin anî ziman ku, divê piştî 20'ê çileyê ew dest bi çandiniyê bikin û wiha axivî: "Niha cotkar di warê çandiniyê de bêbiryar e. Her kes heta qirikê di nav deynan de ye û fikra wan ew e ku erdê xwe beyar bihêlin. Hema bêje cotkar diperpitin."