Penêrê bi giha êdî wekî nan û avê nayê firotin!

WAN- Esnafên ku penêrên bi giha difiroşin bi gotina "wekî dibêjin penêr mîna nan û avê tê firotin, di van rojan de wisa nayê firotin" rewşa xwe ya heyî anîn ziman û gotin ku ew li ber îflasê ne.

Pêvajoya şer û krîza aborî li Wanê bandor li ser penêrê bi giha yê ku jênegerê sifreyan e jî kir. Penêrê bi giha yê ku par bi 20-30 TL'î dihat firotin îsal ji ber ku kêm ê vê yekê li ser buhayê jî bandora neyînî kir. Kîloya penêr bi 15 TL'î tê firotin lê dîsa jî zêde eleqe tuneye. Li Sûka Penêrê bi Giha zêdetirî 20 esnaf diyar kir ku hin rojan nikarin siftehê jî bikin. Esnafên ku her sal bi tonan penêr îxrac dikin li benda çareyekî ne.

'ÊDÎ MÎNA NAN Û AVÊ NAYÊ FIROTIN

Esnafê bi navê Ahmet Tazegul diyar kir ku penêrê bi giha bi 25 cure giha tê bikaranîn û tê çêkirin, li gorî salên borî eleqe gelek kêm bûye. Tazegul da zanîn ku bi destpêkirina şer re nikarin kar bikin û wiha berdewam kir: "Ji ber şer êdî turîstên biyanî û yên xwecihî nayên ev bandorê li ser karê me dike. Sala dawî em hatin halekî ku nikarin kar bikin. Wekî salên borî kar nîne. Penêrê ku biharê hatin çêkirin hemû di destê esnafan de maye."

Tazegul ê gotina "wekî ku dibêjin ya penêr wekî nan û avê tê firotin di van rojan de nayê firotin" rewşa xwe ya heyî anî ziman û wiha got: "Êdî ez matmayî dimînim, mirov çi dixwin û vedixwin. Li ser sifreya taştê penêr nebe nabe lê êdî mirov nikarin bikirin. Heke wisa bidome gelek esnaf dê derabeyên xwe bigirin."

KAR SEKINÎ

Esnafê bi navê Tuncer Bîrîcî yê 20 sal in esnaf e jî got ku ew hatine rewşekî ku nikarin karê xwe bikin û sedema nebûna kar pêvajoya şer û krîza aboriyê ya li welat e. Bîrîcî wiha axivî: "Ji ber vê yekê em mexdûr in. Di dema aştiyê de gelek turîst dihatin lê ji ber şerê li welat êdî kes nayê, em nikarin kar bikin. Ger ku turîst neyên ji ber ku wanî penêrê xwe bixwe çêdikin pêdivî bi kirînê nabînin. Ji ber vê yekê jî penêrên me di destên me de dimînin."

'EZ ÎFLAS DIKIM'

Esnafê bi navê Mehdî Kaya jî anî ziman ku ew li ber îflasê ye û wiha berdewam kir: "Penêrên me di destên me de man. Li sûkê 2 hevalên me mecbûr man dikanên xwe bigirin. Rojên ku bêyî sifteh bikim min dikane xwe girt heye. Heke wisa bidome ez ê jî mecbûr bimînim ku dikana xwe bigirim."